Berî her tiştî Kurdistan

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Gulan 2020 - 00:49

  • Tehsîn Taha di radyoya Bexdayê de hunermendê Kurd Mihemed Şêxo nas dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin. Dibêjin, strana Aso ya Tehsîn Taha ye ku daye Mihemed Şêxo.

ÎKRAM BALEKANÎ / AACHEN

“…Dilo ez bimrim li vê zistanê
Kifnê min kerkin ser destê canê
Qebra min kolin, li Kurdistanê…”

Di ser wefata hunermend Tehsîn Taha re 25 sal derbas bûn. Tehsîn Taha li pey xwe qederê 100 stranên di heşt albûman de, jiyaneke mişt ji têkoşînê, û wesiyeteke îro jî lê hişt: “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e Kurd qet ti carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin.”

Tehsîn Taha roja 25 Îlona 1941’ê li Başûrê Kurdistanê, li Amêdiyê tê dinyayê. Ew 8 xwîşk û bira ne. Çar kur û çar keç. Tehsîn zaroka duyê ya malbatê ye.

Bavê Tehsîn, Taha Mihemed Selîm karmendê Xerîdariyê (Îstîhlak) bûye. Hêj Tehsîn zarok bûye, bavê wî ji bo xebatê dişînin Dihokê, navçeya Mangêşkê. Êdî ew li wir bi cih dibin.

Tehsîn li Mangêşkê dest bi xwendinê dike. Heta pola 4’an a seretayî li wir dixwîne. Pola 5’an li navenda Dihokê xilas dike. Pola 6’an li Zaxoyê dixwîne. Careke din xwendina xwe li Dihokê dewam dike û sala 1955’an dibistana navendî li wir kuta dike. Piştî hingê, diçe navçeya Hedba ya ser bi Mûsilê û li wir dest bi stranbêjiyê dike. Tevî xebatê, xwendina lîsê jî dewam dike. Dema ku lîse xilas dibe, tevlî imtîhana beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê dibe. Di imtîhanê de bi ser dikeve. Bi vê yekê re yekemîn strana xwe ya bi navê “Eşkere Nakim” di radyoya Bexdayê de dibêje.

Di sala 1960’î de li Zanîngeha Bexdayê, Fakulteya Hunerên Bedew dixwîne. Wan salan, navbera Kurdan û rêveberiya Bexdayê her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî destûra sala 1958’an diviyabû hin maf bidana Kurdan, lê rêveberiya Bexdayê vê yekê cî bi cî nake. Ji ber wê, sala 1961’ê nerazîbûn û çalakiyên protestoyî yên Kurdan bi hêztir dest pê dikin. Tehsîn Taha jî di nava çalakiyan de cih digire. Asayîşa Giştî ya Bexdayê wî digire û 15 rojan êşkencê lê dikin.

Çalakî û nerazîbûna Kurdan dibe sedema hêrsa hikûmeta Bexdayê û êriş dest pê dikin. Kurd jî dest bi parastina xwe dikin. Ev yek wekî şoreşa Îlonê tê binavkirin. Tehsîn Taha jî tevî xalê xwe Emer Selîm vedigere Kurdistanê û dixwazin tevlî şoreşê bibin. Lê Zaxo careke din dikeve bin desthilatiya hikûmeta navendî.

Enna Xerîb û hepsîbûna Tehsîn Taha

Tehsîn Taha dîsa vedigere Bexdayê û dixwaze xwendina xwe bidomîne. Sala 1963’yan, li Bexdayê careke din tê girtin û vê carê salekê di girtîgehê de dimîne. Yekemîn strana ku di girtîgehê de dibêje, “Têtin Bihar” e. Mehmûdê Timoqî di lêkolîneke xwe de dibêje: “Tehsîn Taha di girtîgehê de hin stranên bi zimanê Erebî jî gotine ku yek ji wan bi navê ‘Enna Xerîb’ yanî ez xerîb im. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve, dîsa xwendina xwe didomîne.”

Tehsîn Taha sala 1968’an wekî mamosteyê muzîkê li Mexmûrê dest bi wezîfeya xwe dike. Di dawiya heman salê de wî dişînin dibistana Nimûne ya Hewlêrê û li wir tê wezîfedarkirin. Heta dawiya sala 1970’yî li wir mamostetiyê dike. Piştî hingê dîsa li navçeya Mexmûrê tê wezîfedarkirin.

Bi Mihemed Şêxo re Aso û Ey Hewar

Piştî ku hinekê rewşa di navbera Kurdan û Bexdayê de baş dibe, ew êdî hatin û çûna Bexdayê dike.  Di radyoya Bexdayê de hunermendê kurd Mihemed Şêxo nas dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin. Dibêjin, strana Aso ya Tehsîn Taha ye ku daye Mihemed Şêxo.

Êdî Tehsîn Taha her ku derfetê dibîne diçe radyoyê û stranan dibêje. Li wir gelek stranbêj û hunermendên Kurd ên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek kesên din nas dike. Ew bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî duqoliyan dibêje û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konseran dide. Pê re jî li Mexmûrê û Hewlêrê mamostetiyê dike. Sala 1974’an dizewice û ji vê zewacê 4 zarokên wî çêdibin. Hêj Tehsîn Taha nûzava bûye, rewşa Kurdan xirabtir dibe. Salekê paşê, sala 1975’an têkoşîna Kurdan li Başûr têk diçe. Tehsîn Taha jî li ser vê têkçûnê kul û kesera dilê xwe dirêje, strana xwe ya bi navê “Ey Felek” wê çaxê çêdike û dibêje.

Kela canê wî bi şoreşê re rabû

Di sala 1989’an de li bajarokê Kelarê dîsa dest bi mamostetiya muzîkê dike. Beriya serhildana 1991’î diçe Dihokê û dawiya heman salê diçe Hewlêrê û li wir dimîne. Hest û daxwaza bi salan a di dilê wî de bi pêlên şoreşa li bakurê Kurdistanê re geş dibin. Ew dikeve bin bandor û coşa li hemû parçeyên Kurdistanê. Bi coş û heyecana Newrozên li Bakurê Kurdistanê û beşên din re, hestên wî jî germtir dibin.

Li Ewrûpayê jî Kurd li ser piyan e. Newrozan bi coş pîroz dikin. Tehsîn Taha jî roja 13 adara 1994’an tevî hunermend Fuad Ehmed diçe Holandayê ku tevlî şahiya Newrozê bibe. Ji ber ku tevlî çalakiyên Kurdên li Ewrûpayê dibe, rêveberiyên herêmî yên başûrê Kurdistanê xwe jê sil dikin. Ew jî êdî venagere welat û li Holandayê bi cih dibe. Lê kul û kesera welat zêde derfetê nade wî. Ew bi nexweşiya şêrpence dikeve. Tehsîn Taha 28’ê Gulana 1995’an di 54 saliya xwe de koça dawî dike. Bi beşdariya hunermendên Kurd, bi merasîmeke mezin cenazeyê wî ji Ewrûpa bi oxir dikin. Cenazeyê wî li bajarê Amêdiyê, cihê ku lê ji dayîk bûye, dispêrin axê. Ji ber helwêsta rêveberiya Başûr, tenê komeke 100 kesî tevlî merasima veşartina hunermend Tehsîn Taha dibe.


Min di dilê axa Kurdistanê de veşêrin

Tehsîn Taha dema nexweş e, li Holandayê bi dengê xwe hestên dilê xwe vedibêje, kul û keserên xwe, daxwaz û hêviyên xwe di kasetekê de tomar dike, wekî wesiyet ji malbata xwe re dişîne. Wesiyeta xwe ji xanima xwe Hebîbe û her çar kurên xwe Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat re dişîne Amêdiyê. Daxwaz û hêviya wî welatê wî bû. Di wesiyeta xwe de ew dibêje, “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e Kurd qet ti carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin…”


Îbrahîm Tatlises jê dizî

Tehsîn Taha di warê hunerî de qederê sed stranên siyasî û folklorî di 8 albûman de bi cih dike. Du berhemên wî yên bi navê “Aso” û “Rabe Cotyar” wekî xebatên arşîvî ji aliyê Kom Muzîkê ve ji nû ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin weşandin.

Hin stranên Tehsîn Taha yên navdar jî ev in: Rabe Cotyar, Bêrîvanê, Ey Felek, Xewn, Gula min weriya, Bi tinê, Çav belek, Amêdîkê Bilind e, Bûka Behdînan, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evîndar im, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê an ne, Pismamo, Cîranê, Eman eman, Aso, Rewşena Malê, Xwîna dilan, Derdo, Were Canê, Yarî Dilo, Wele şî nakim, Min bidinê.

Gelek hunermendên Kurd stranên Tehsîn Taha ji nû ve gotine û wî gelek stran dane hunermendên din. Ibrahîm Tatlîses strana Tehsîn Taha ya bi navê “Min Xem deryayeke kûr e” girt û wekî “Ayaginda Kundura” bi Tirkî got. Bi vê stranê hate nasîn, navdar bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.