Bedewiya wan bişirîna wan e

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:47

Kafeya Sheroes Hangout, ne dûr û ne nêzîk e. Li bajarê Hindistanê Agrayê ye. Ev xemla wê ya xuya dike jinan çêkiriye.

Ev jin hemû jî xwedî serpêhatiyeke hevpar in: ew mexdûrên êrişên bi kezabê ne. Lê ne tenê xemla kafeyê, kafe bi xwe jî ya wan e û ji qewlê wan ve, "bedewiya" wan "bişirîna" wan e. Yanî kafe projeyek e da ku perspektîf û wêrekiyê bide wan.