Li dinyayê êdî tenê ziman nayên jibîrkirin. Bi wan re hin alfabe jî ji holê radibin. Li hin welatan xelkên xwecihî nexasim alfabe ji bo mêhtinger ji wan fêhm nekin, hatin avakirin. Malpera “atlasa alfabeyên winda” alfabeyên xelkên xwecihî yên nemane yan jî kêm tên bikaranîn, berhev kirine.
Li dinyayê gelek aflabeyên cihêreng hene ku xelk bi wan dinivîse. Lê ji ber ku herî zêde hatine bikaranîn xelk bêhtir navên alfabeyên Erebî, Çînî, Latînî û Kîrîlî nas dikin. Ji lewma, ev alfabe di warê navneteweyî de tên bikaranîn.Tîpografî ku bi çap û tiştên nivîskî dadikeve û dikole, di van salên dawî de bêhtir bala xwe dide ser alfabeyên cihê yên li dinyayê tên bikaranîn. Ji ber ku gelek alfabeyên cihê hene û ew kêm tên naskirin. Di van salên dawiyê de bala hin insanan jî bêhtir diçe ser destxet û kalîgfrafiyê. Ji lewma jî ilmê tîpografiyê li van alfabeyên cihê dikole û dixwaze insan hay ji van alfabeyan jî hebin.
Tim Brookes ji sala 2009’an herta îro, alfabeyên li ber nemanê, diparêze. Tim Brookes bi projeya “Alfabeyên ku winda dibin” li nivîs û alfabeyên ku xelkên xwecihî bi kar tînin, dikole û çandên ku bi van alfabeyan belav dibin, dike weke katalog da ku neyên jibîrkirin. Wî ev projeya xwe jî spartiye Beyannameya Mafên Xelkên Xwecihî ya Neweteyên Yekbûyî. Ji lewma xala 13’an dibêje; “Mafê xelkên xewcihî heye ku çanda xwe zindî bihêlin, zimanê xwe bi kar bînin, bi pêş bixin û pê têkiliyê deynin. Her wiha dîrok, çanda devkî, felsefe, pergala nivisînê û wêjeya xwe jî divê karibin bigihînin nifşên li pey xwe.”
Rêxistina ku ji bo alfabeyên winda biparêze hatiye avakirin, dide zanîn ku gelek alfabe ji bo nehatine bikaranîn, ji bîr çûne. Nexasim jî alfabeyên xelkên xwecihî gelek ji wan winda bûne, yên mayî jî li ber nemanê ne. Rêxistin bi riya huner, perwerde û çavkaniyên online, dike ku xelk ji nû ve bala xwe bide ser van alfabeyan da ku ew zindî bimînin û neyên jibîrkirin. Yek ji projeyên rêxistinê yên herî mezin jî avakirina “Atlas of Endangered Alphabets” (Atlasa Alfabeyên di Tehlûkeyê de) ye. Wan bi riya malperekê ev kar biriye serî û di malpera wan de xelk dikare bi hêsanî bibîne bê ka li kîjan welatî kîjan alfabe bi demê re winda bûye û hatiye jibîrikirin.
Li hember mêhtingeriyê alfabeyeke nû
Mirov bi riya malperê dikarin bi hêsanî li welatan bigerin û pergalên alfabeyan ên windabûyî hîn bibin. Heger em nimûneyekê bidin; alfabeya bi navê Gray a ku sala 1961’an ji bo zimanê Wolfî yê Efrîkî bi pêş bikeve, hat çêkirin, yek ji wan e. Kesekî bi navê Assane Faye ev alfabe çêkir. Zimanê Wolfî herî zêde li Senegalê tê bikaranîn. Her wiha li Gambiya û Morîtanya jî tê bikaranîn. Ev alfabe rasterast li hember mêhtingeriyê hat çêkirin. Yanî mirov dikare weke helwêsteke li hember dagirkeriyê jî binirxîne.
Mêhtingeran Kapampanganî ji holê rakir
Mêhtingerî piştî ku otorîteya xwe li cihekî saz dike, li wir çand, nasname û ruhê xelkên xwecihî diguherîne. Gelek caran jî dike ku xelk bi hev dakevin û ew xwe bi xwe şerê hev bikin. Ji lewma jî stratejiya “ji hev veqetîne û bi vî awayî bi rê ve bibe” bi kar tîne. Bi vî awayî xelkên xwecihî tên bişaftin. Li Filîpînê jî zimanê Kapampanganî hebû ku bi alfabeya Kulitan dihate nivîsandin. Ev ziman jî rasterast li hember mêhtingeriyê hat bipêşxistin. Lê piştî ku mêhtingeran Filîpîn dagir kir, bi wextê re zimanê Kapampanganî jî hat jibîrkirin û pê re jî alfabeya Kulitan winda bû. Mêhtingeran zimanê Tagalog li Filîpênê kirin zimanê yekem û zimanên din hemû qedexe kirin. Bi vî awayî çandeke dewlemend ji holê rakirin. Hîna jî li ser hin logo û mohran nimûneyên vê alfabeyê hene. Her wiha tevgereke ku dixwaze heman alfabeyê ji bo wêjeyê jî bi kar bîne heye.
Alfabeyên dekoratîf û sembolîk
Li gel van alfabeyan hin alfabe û nivîsên ku bi awayekî sembolik tên nirxandin jî hene. Ew nivîsên dekoratîf in. Mînak hunermenda Efrîkaya Başûr Ester Mahlangu, ji bo wêneyan çêke pergala “Ditema tsa Dinako” bi kar tîne ku ew pergaleke nivîsînê ya dekoratîf e. Derhênerê hunerê Barbaro Martinez-Ruiz got; “Gelek kes wisa hay jê hene ku li Efrîka ji bo zimanan tiştek nahetiye sêwirandin. Ev jî dike ku ev parzemîn neyê zanîn û xelk bi çavekî din lê binihêre. Nexasim jî Efrîkiyên ku li dîasporayê dimînin, êdî bi temamî dev ji van alfabeyan berdane û her diçe ev alfabe tên jibîrkirin.”
Dema mirov bala xwe dide ser malpera “Atlasa Alfabeyên Winda” mirov dibîne ku li wir behsa alfabeya Êzîdiyan jî kirine.
Ji bo “Atlasa Alfabeyên Winda” lînka li jêr bitikînin; https://www.endangeredalphabets.net/
NAVENDA NÛÇEYAN