Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkilî salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî daxuyaniyeke niviskî da û bang kir ku her kes bi dirûşmeya ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' û ''Dema wê ye! Ji Ocalan re Azadî'' bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibe.
TJK-E'yê da zanîn ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê û komplogeran, ji bo şermezakirina dewletên Ewropayê û bêdengiya wan a li ber faşîzma Tirk û hevkariya pê re û ji bo serbestiya Rêber Apo wê 9'ê Cotmeha 2020'an li Bruksel û Strasbourgê çalakiyên protestoyê werin kirin, bang li jinan hemûyan û gelê Kurd kir ku bi dirûşmeya, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' tevlî çalakiyan bibin.
TJK-E'yê her wiha bang li jinên şoreşger-demokrat-sosyalîst hemûyan û dostan kir ku tevlî van çalakiyan bibin, li dijî faşîzmê hêza berxwedanê ya jinan û gelan birêxistin bikin.
Bruksel:
9'ê Cotmeha 2020'an
Saet: 14:00
Adres: Place du Luxembourg
1050 Bruksel
Strasboûrg:
9'ê Cotmeha 2020'an
Saet: 12:30
Adres: Place Kleber 2 Rue de l’Outre
67000 Strasbourg”