Kurd û Kurdistanî di salvegera 8ʼan de dixwazin sûcdarên rastî yê komkujiya Parîsê bêne eşkerekirin û cezakirin. Ji bo vê jî amadekariyên çalakiyên 6 û 9ʼê Çile dikin.

Yek ji aktivîsta Tevgera Jina Kurd Zozan Serhat ji rojnameya me re peyivî û bal kişand ser destê îstixbaratên dewleta Elmanya, Franse û istixbaratên din ên di nava komkujiyê de û got: “Ev komkujî bi fermana Erdogan hatiye kirin. Delîlên vê jî hemû li naverastê ne. Lê divê em xwe nexapînin ev komplo tenê ne karê Tirkiyê ye. Dibe ku Tirkiyê biryar dabe, lê bêyî destûra rêxistinên din ên îstixbaratê Tirkiye nikare bike.

Qaşo Fransa îddîa dike ku dergûşa demokrasiyê ye, lê 8 sal in ku nikare vê dadê pêk bîne. Gelo bazara çi dikin. Fransa ser çi digire. Gelo berjewendiyên wan çi ne? Ji ber ku dadgeriya wan nagihîje encamê em birîndar in, û ji bo vê em çalakiyan dikin. Di vê komkujiyê de jin kirin hedef û wê jin ti carê serê xwe netewîne. Tevgera Jinê ya kampanya “Ji bo darizandina dîtktator sed sedem” dimeşîne û wê hesab bipirse.” 

Zozan Serhat bi bîr xist ku wê li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyê bêne kirin û di serî de jinên Fransa bang li jinan hemûyan kir da ku beşdarî çalakiyan bibin û li cem vê têkoşîna dadxwaziyê cih bigirin.

POLÎTÎKA AZAD