3 sal ceza li siyaseta Kurdan birrîn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 11:08

Dewleta Elman bi qanûna xwe ya ceza ya ji bo krîmînalîzekirina Kurdan 129b´yê 3 sal cezayê hepsê li Elî Engîzek ê 72 salî û nexweş birrî.

Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê ev ceza li Alî Engîzek birrî. Alî Engîzek berê jî li Tirkiyeyê 8 salan ketibû hepsê û 3 mehan jî li Ingilîstanê de di hepsê de hatibû ragirtin. parêzerên Alî Engîzek da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û biryarê bibin temyîzê.

Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê tevahiya karên leagl û qanûnî yên Alî Engîzek di çarçoveya “endametiya rêxistinê” de krîmînalîze kir û 30´ê Gulanê di rûniştina biryarê de 3 sal cezayê hepsê li Alî Engîzek birrî. Alî Engîzek ji 4´ê Adara 2022´yan ve di hepsa Koblenzê de dihat ragirtin. Nexweşiyên cidîî yên Engîzek hene û parêzerên wî da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin.

Di dema darbeya leşkerî ya 1980´yî de dewleta Tirk Alî Engîzek 8 salan xistibû hepsê. Alî Engîzek ê ku nexweş e, niha bi zorê dikare di hepsê de li xwe miqate be. Ji ber nexweşiyeke ceger jî lazim e bi şev bi tupê oksîjenê rakeve.

 

Di nava mehekê de ceza li sê Kurdan birrîn

Di aprastina xwe ya 23´yê Gulanê de Alî Engîzek gotibû, “Ez tevahiya emrê xwe ji bo gelê Kurd têkoşiyam û di vê yekê de ti sûc nîne. Têkoşîna ji bi gelê Kurd deyn e û di stûyê min de ye.”

Elmanyayê di nava mehekê de ji ber sedemên siyasî bi xala qanûna ceza ya taybet ji bo krîmînalîzekirina Kurdan 129b´yê ceza li sê girtiyên siyasî yê Kurd birrî. Ji bilî Engîzek, li Koblenzê 10´ê Gulanê 5 sal cezayê hepsê li girtiyê siyasî yê Kurd Ozgur Aydin birrî. Rojekê piştî wê li Frankfurtê 4 sal û 5 meh ceza li girtiyê siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan hat birrîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.