Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29´an wê 24-25'ê Îlonê pêk were. Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku festîval îsal ji ber astengiya rayedarên Holandî wê ne di 17-18'ê Îlonê de lê 24-25'ê Îlonê bê lidarxistin.
KCDK-E´yê got, "Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî a 29´an di 17-18'ê Îlonê bê lidarxistin, hr cûre pirsgirêkên aborî û burokratîk ên têkildarî meydana festîvalê qediyan û astengî hemû ji holê hatibûn rakirin.
Lê belê rêveberiya welatê ku em ê festîvalê lê li dar bixin, nêzîkatiyeke welê nîşan da ku ji ber Covid-19´ê divê em festîvalê ji bo hefteyekê taloq bikin.
Hate ragihandin ku heta 20'ê Îlonê tenê kombûnek kêm, sînorkirî dikare pêk were, piştî 20'ê Îlonê jî bi rengekî bêsînor kombûn dikare pêk were. Ji ber vê yekê jî em neçar man ku festîvalê taloqî 24-25'ê Îlonê bikin.
Meclîs, pêkhate, dost, hunermend û hevalên me yên tevlî festîvalê bibin, divê amadekariyên xwe li gorî vê guhertinê bikin, wesayît û karên din hemûyan li gorî vê amade bikin.
Festîvala me ya îsal bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' tê lidarxistin û em bawer dikin ku tevlîbûna li festîvala îsal wê ji her demê bêhtir be. Em bang li gelê xwe, dost û komunalîstên înternasyonalîst dikin da ku tevlî festîvalê bibin."
NAVENDA NÛÇEYAN