'Şerm dikim gava behsa Barzaniyan dikim’

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 30 Nîsan 2022 - 05:29

  • Yekbûn Alp: Gava behsa rewşa Barzaniyan dikim şerm dikim. Ez nikarim bidim fêmkirin, ka Kurdek çawa bi Tirkiyê re hevkariyê dike. Partiyeke Kurd çawa bi polîtîkayên xwe û bi destê xwe rê dide dewleta Tirk da ku êrişî gerîla, Şengal û Rojava bike. Ev ne birakujî ye. Ew rasterast xiyanet e 

ERKAN GULBAHÇE

 

Piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk par 23'yê Nîsanê dest pê kiribûn, heyeteke Partiya Çep ji Swêdê jî çûbû Başûrê Kurdistanê. Di nava heyetê de Endama Komîteya Navendî ya Partîyê Yekbûn Alp jî hebû. Hingê wê bi rayedarên PDK´ê û hikûmeta Hewlêrê re jî hevdîtin kiribûn. Yekbûn Alp dibêje wê di hevdîtinê de ji Mesrûr Barzanî re gotiye, "Xwîna peşmerge û gerîlla tevlî hev bû. Tu wekî nûnerekî Kurd ji bo yekîtiya Kurdan çawa hewl didî?" Bes Mesrûr ti bersiv nedaye wê û her gef li PKK’ê xwarine, bi her gotina xwe PKK reş kiriye. Yekbûn Alp dibêje, Mesrûr Tirkiye ji bo herêmê wek tehlûke nedidît.

Em bi Endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Swêdê û cihgira duyem a serokê Foruma Navneteweyî ya Çep Yebûn Alp re li ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê peyivîn.

 

Dewleta Tirk bi hevkarê xwe re êrişeke berfireh dibe ser Başûrê Kurdistanê û dixwaze Başûrê Kurdsitanê dagir bike. Tu û partiya te li ser vê êrişa dagirkeriyê çi dibêjin?

Em weke Partîya Çep, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê weke li dijî serweriya Iraqê dibînîn. Û her wiha vê êrişê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî dinirxînin. Hewldanên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne tenê xwesteka dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ew hewldana dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Lazim e mirov van êrişen dewleta Tirk weke êrişên ji bo tinekirina desketiyên tevahiya Kurdistanê bibîne. 

Mixabin dewleta Tirk, van êrişên xwe weke li dijî terorê bi nav dike û hêza xwe jî ji lîsteya terorê digire. Em baş dizanin ku ew ne rast e. Ew dixwaze armancên xwe bi dinyayê bide qebûlkirin. Dewleta Tirk bi îdîaya şerê li dijî terorê, êrişan dibe ser gelê Bakurê Kurdistan, bi sedhezaran insanî koçber dike û bi deh hezaran mirov avêtine zindanê. Li Bakurê Kurdistanê li dijî gel terorê dimeşîne.

Armanca êrişên dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye û dixwaze dewleta Osmaniya ya nû ava bike. 

Em dibînin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdengîyek heye. Pêwîst e ev bêdengî were şikandin. Mirov bêdeng be, maneya wê ew e ku alîgirê dagirkirinê ye. Xelkê Başûr, li hember êrişên dewleta Tirk ev bêdengî şikandiye. Ev helwêst heviyê bi min re çêdike. Û gelek pê kêfxweş dibim. 

Tu par jî bi heyeteke partiya xwe re çûbûyî Başûr…

Erê, par Cotmehê bi heyeta Partiya Çep a Swêdê re ez çûbûm Başûrê Kurdistanê. Me gelek rêxistin, sîyasetvan û endamên rêveberîya Başûrê Kurdistan dîtin. Di heman demê de jî êrişên dewleta Tirk hebûn. Me ji wan xwest ku armanca êrişên dewleta Tirk bibînin. Mixabin rêveberiya Başûr, bi teybetî jî endamên Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) naxwazin vê rastiyê bibînin. Navê tişta ku PDK dike, mixabin navekî din nîne, xayîntî ye. Di hevdîtinê de min ji Mesrur Barzanî re rasterast got, "Peşmerge çû Kobanê mil da milê YPG, YPJ, PKK çû Şengal, Mexmûrê heta bi Kerkûkê çû mil da milê peşmerge, ji bo rizgarkirina Kurdan. Xwîna peşmerge û gerîlla tevlî hev bû. Tu wekî nûnerekî Kurd ji bo yekîtiya Kurdan çawa hewl didî?" Mixabin Mesrûr ti bersiv neda û her gef li PKK’ê dixwarin û bi her gotina xwe PKK reş dikir. Mesrûr axaftina xwe de Tirkiye ji bo herêmê wek tehlûke nedidît.

Beramberî van êrişên dewleta Tirk, tu û Partiya Çep a Swêdê, hûn çi dikin? 

Di pêşengiya Partiya Çep, di encama xebatekê de Swêdê firotina sîlehan ji bo Tirkiyê rawestand. Lê ev ne bes e. Lazim e xebatên din ên bi tesîr werin kirin. Tirkiye endama NATO’yê ye, pirr karên qirêj di bin siya NATO’yê de dike. Niha endametiya Swêdê ji bo NATO’yê di rojevê de ye. Em wek Partiya Çep li hemberî endametiya NATO’yê ne. Ji ber ku em naxwazin bi riya NATO’yê bibin hevalbendê Tirkiyê û bibin şirîkê sûcên Tirkiyê. Li ku kirîzek hebe, dewleta Tirk vê kirîzê bi kar tîne. Kirîza dawî ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de bala dinyayê bire ser xwe. Tirkiye jî ji vê sûdê werdigire û dixwaze bêdeng xwestekên xwe yên gemar bi cih bîne. Di vê alozîyê de dixwaze êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd xurt bike. 

Ez nabêjim, bila NATO, Konseya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê alikariya Kurdan bikin. Ez dibêjim, bila destekê nedin şerê qirêj ê li dijî Kurdan. Heqaretê li Kurdan nekin. Li gorî hiqûqê nêzikî meseleya Kurd bibin, xwe kerr û lal nekin li hemberî Tirkiyê. 

Partiya Çep li hemberî sucên dewleta Tirk, xwe ti carî bêdeng nekiriye. Niha jî me li hember êrişen dewleta Tirk zend û bend badane. Em bi KNK´ê re di nava hevdîtinan de ne. Em dixwazin êrişen dewleta Tirk li Parlamena Swêdê, li Konseya Ewrûpayê û li Parlamena Ewrûpayê bikin rojevê. Em her wiha dixwazin li Konseya Skandînavyayê jî mijarê bi riya parlamenterekî xwe ku serokê konseyê ye, bikin rojevê. Em dixwazin bibin parçeyekî xebata li hemberî dagirkeriya Tirk. 

Ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk bi ser nekeve, çi erk dikeve ser milê Kurdan, pêwîst e çi bê kirin?

Ya herî girîng ew e ku Kurd bi polîtîkayên Tirkiyê nexapin. Li hemberî dagirkirina Kurdistanê bi destê dewleta Tirk, divê dengê xwe bilind bike. Gelê Kurd divê xwe berpirsyar bibîne. Her Kurd, li her derê, ji heft salî heta heftê salî divê dakeve meydanan. Zarok li dibistanê, ciwan li zanîngehan, karmend li karê xwe, divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk derdora xwe agahdar bike û herkesî rake ser piyan; divê bibin dengê gerîlla. 

Partiyê Kurdan, lazim e li hember van êrişan bisekinin û li dengê xwe bilind bikin. 

Lê ya ku hin ji desthilata Barzaniyan dike, mirov çawa binirxîne?

Ji bo me Kurdan gelek şerm e ku siyasetvanekî Kurd Mesrûr Barzanî diçe cem Tirkan û Tirk wî dixapînin. Ev ji bo me Kurdan eybeke gelekî mezin e. Ez bi xwe li hember vê rewşê gelekî şerm dikim. Ew rewşa ku 17´ê Nîsanê derketiye holê, gava ez bi Nûnerê Partiya Çep re dibêjim, gelekî fedî dikim. Gava behsa rewşa Barzaniyan dikim şerm dikim. Ez nikarim bidim fêmkirin, ka Kurdek çawa bi Tirkiyê re hevkariyê dike. Partiyeke Kurd çawa bi polîtîkayên xwe û bi destê xwe rê dide dewleta Tirk da ku êrişî gerîla, Şengal û Rojava bike. Ev ne birakujî ye. Ew rasterast xiyanet e. PDK divê li ser polîtîkaya xwe ji nû ve bifikire. Heger dixwazin li ser navê Kurdan polîtîkayê bikin, divê li gorî vê jî tevbigerin. PDK û Mesrûr Barzanî diviyabû Kurdistanê biparêzin. Ji bo yekîtiya Kurdan xebat bikirana. 

Helwêsta gel û aliyên din ên siyasî li Başûr tu çawa dibînî? 

Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku partiyên din ên Başûrên Kurdistan li hember van êrişan in; Tevgera Gorran, YNK´ê daxuyanî dan. Lazim bû PDK’ê li hemberî daxuyaniyên Gorran û YNK´ê fêdî bikira. Bi rasti gelê Kurdistanê jî vê rewşê dibîne û baş dinirxîne. Ev şansê dawîn ê PDK´ê ye; hem di nav Kurdan de û hem jî di nav Ewrûpiyan de. Divê PDK sekna xwe diyar bike û dev ji lîstikên Tirkiyê berde. 

Di dawiyê de ez dixwazim bang li raya giştî ya cîhanê bikim. Gelên cîhanê deyndarê gelê Kurd in. Kurdan li hember DAIŞ’ê mirovahî parast. Niha pêwîst e gelên cîhanê ji bo Kurdan hewl bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.