• Kurdistaniyan û dostên wan li Berlînê wezîrê şer ê Tirk Hulusî Akar û ezimandina wî bi destê hikûmeta Elman rûreş kir. Kurdistaniyan xwest Akar ji ber sûcên dema şer ên li dijî Kurdan bê dadgehkirin.  

MUHAMMED KAYA
BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, rêxistinên Kurdan û Elmanan serdana wezîrê şer ê dewleta Tirk Hulusî Akar û ezimandina wî rûreş kir. Çalakger li ber avahiya Wezareta Bergiriyê ya Elmanyaya Federal civiyan ku wezîrê şer ê Tirk mêvanê wê bû. Navenda Kurdistaniyên Azad - Berlîn (Freie Kurdische Gemeinde - Berlin ), Meclîsa Jinan Dest-Dan, CTCŞ, TÊKO-JIN, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Aveg-Kon, SKB, Women Defend Rojava, nûneriya PYD´ê li Berlînê banga beşdarbûna çalakiyê kiribûn û bi endam û nûnerên xwe li cihê çalakiyê hazir bûn.

Li cihê çalakiyê, Hevserokê Nav-Berlînê Îsmaîl Parmaksiz peyivî û got, "em hem wezîrê şer û dagirkeriyê Hulusî Akar û hem jî wezîra Elman A. Kramp-Karrenbauer a ku ew kirî mêvan jî protesto dikin. Elmanya ji bo rejîma Erdogan bendereke ewle ye. Wezîrê şer ê Erdoganî ji Berlînê biceheme!" 

Parlamenterê eyaleta Berlînê yê ji Partiya Çep (Die Linke) Hakan Taş jî li vir peyivî: "Nabe ku em qebûl bikin, wezîrê şerî yê Erdoganî li Berlînê bi xalîçeyên sor bê pêşwazîkirin. Divê Hulusî Akar di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ji ber sûcên dema şer ên li Kurdistanê bê dadgehkirin." 

Dewleta Elman destekê dide

Ji çalakgerên TJK-E´yê Zozan Serhed jî got, "Berpirsê komkujiyên li Sûr, Cizîr û Efrînê li Berlînê tê ezimandin. Dijminê jin, zarok û ciwanan Hulusî Akar ji bo seferên nû yên dagirkirina Kurdistanê, hatiye û ji Elmanyayê alîkariyê dixwaze." 

Zozan Serhed got, ew ji bo komkujerê jinan Erdogan bidin dadgehkirin, îmzeyan berhev dikin. Wê got, Hikûmeta Elman destekê dide sûcên dema şer ên li Kurdisdtanê: "Li Rojava û Şengalê li dijî Kurdan, Elmanyayê destek da Erdoganî. Em jinên Kurd, em ê jinên Kurd ên li Efrîn û Şengalê hatin qetilkirin, ji bîr nekin. Me Omer Guney ji bîr nekir, me Parîs ji bîr nekir, em ê ji bîr jî nekin." 

Navên jinên qetilkirî xwendin

Nûnerê Aveg-Konê Bakî Selçuk jî ezimandina Akar rûreş kir. 

Çalakgerên Meclîsa Jinan Dest-Danê jî navên wan jin û zarokan xwendin ku rejîma Erdoganî ew qetil kirine.

Ji nûneriya PYD´ê ya Berlînê Silêman Haco li cihê çalakiyê peyivî û got, "Ew sîlehên Elmanya dide Tirkiyeyê ne gul in, ew sîleh zarokên Kurdan bê mal dihêlin. Sîlehên li

Efrîn û Serêkaniyê tên bikaranîn ên Elmanyayê ne." 

Di dema çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike (Deutschland finanziert Erdogan bombardiert)", "Em hemû bi hev re li dijî faşîzmê (Alle zusammen gegen die Faschismus)" hatin gotin.

No Akar No War!

Li aliyê din, li ser medyaya civakî jî bi hezaran kesî ji hashtaga “#NoAkarNoWar” (Ne Akar û e şer) re nivîsî. Wan di parvekirinên xwe de got, Akar berpirsê sûcên dema şer ên li Cizîr, Sûr, Efrîn, Serêkaniyê ye û nabe li Berlînê bi awayekî adetî bê ezimandin. Xelkê bi vê hashtagê di heman demê de xwest wezîrê Tirk Hulusî Akar li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Den Haagê bê dadgehkirin.