'Jina Firatî' û peykerên li Rojava

Nûçeyên Jin

Şemî 18 Adar 2023 - 04:28

ALA EL ELÎ/ANHA/REQA

 

Peykera Jina Firatî ku vê dawiyê li Reqayê hatiye danîn, peykerên din mîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîne bîra mirov. Ev peyker hemû jî behsa têkoşîna jinên Ereb, Kurd û Suryan dikin.

Ji Reqa ta Kobanê û ji Amûdê ta Girkê Legê û Qamişloyê, li têketin û qadên giştî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peykerên jinên pêşeng ên dîrokî û yên jinên pêşeng ên têkoşer hatine danîn yên ku roleke wan a  girîng di Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an de hebûye. 

Gava ku DAIŞ´ê Reqa dagir kir û weke paytexta xwe lê bi cih bû, wê jin ji tevahiya warên jiyanê yên xuya dûr xistin. Di 8`ê Adara bihurî de semboleke din a rûxandina wê xirabiyê, li meydana Îtfaiyê ya bajêr hat danîn: Peykerê “Jina Firatî” ya kedkar.

Peykerê ku ji aliyê Komîteya Çandê û Arkeolojiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye danîn, jina firatî rave dike ku cil û bergên herêmê li xwe kirine. Ev cilûberg ji gelek beşan pêk tên; zebûn: kirasekî derve ye bi milên fireh û dirêj e û bi rengên cuda hatiye neqişandin. Dûvre gelabiye heye ku fistanek e û di bin zebûnê de tê lixwe kirin. Hebrî jî heye, parçeyekî hevrîşimî ye bi gelemperî rengê wê sor yan jî reş e, jin li serê xwe dikin. Di destê peykerê de kûzikek heye ku berê pê av ji çemê Firatê dianî. Ev peyker keda jina firatî rave dike.

 

Peykerên nû jî hazir dikin

Hevseroka Komîteya Çandê û Arkeolojiyê ya Reqayê Lîlav Xelîl, da zanîn ku peyker 2 metre û 40 sentîmetreyan dirêj û berê wî jî 95 sentîmetre ye. Çêkirina wê mehekê dewam kiriye û 3 peykersazên pispor ew çêkirine. Lîlav Xelîl da zanîn ku komîte gelek peykerên din jî amade dike: peykerek li Çerxerêya El Basil. 

Beriya wê jî gelek peyker li deverên weke Kobanê hatin danîn. Li Meydana Jina Azad peykerê şehîd Arîn Mîrkan hatiye danîn. Şehîd Arîn 5`ê Cotmeha 2014`an li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.

Peykerên li Amûdê û Qamişlo

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê jî di ketina navçeyê de peykera jinekê heye ku di destekî wê de meşale û di destê din de pirtûk û simbilên genim hene. Peyker sala 2015`an di Roja Jinan a Cîhanê de hate danîn. 

Li Çerxerêya Ornîna ya taxa xerbî ya Qamişloyê jî, peykerê stranbêj û mûzîkjenê perestgeha Îştar a şaristaniya Marî, Ornîna ku sembola muzîk û stranbêjiyê ye, hatiye danîn.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê sala 2022`yan Şardariya Gel a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, çerxerêyek amade kir ku li navenda wê du peyker hene; yek jê jinek e û di destê wê de nol heye, ya diduyê di destê wê de destar heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.