'Ji xeta xiyanetê vegere'

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 7 Hezîran 2021 - 02:29

Kurdistaniyên li Ewrûpayê li gelek deveran li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Başûrê Kurdistanê çalakî pêkanîn.
Li bajarê Montpellier ê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Metîna û kampa Mexmûrê yên Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin. 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komuna Jinê ya Delal Amed meş organîze kirin. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Azadî ji Ocalan re", "Bijî berxwedana gerîla" hatin gotin.

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. 

Ciwan li qada Michaelê li hev kom bûn û bang li PDK'ê kirin ku ji xeta xiyanetê vegere û alîkariyê nede êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Marsîlyayê, ciwanên Kurd bi çalakiyekê dewleta Tirk a dagirker û PDK şermezar kirin. 

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.