• Di hilbijartinên Kantona Bernê de ji devera Emmentalê Leyla Guzel a 21 salî jî namzet e.

ERDOGAN ZAMUR/BERN

Di hilbijartinên Kantona Bernê de ji devera Emmentalê Leyla Guzel a 21 salî jî namzet e. Ew bang li ciwanan dike da ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û ciwanên li Swîsreyê bikevin nava siyasetê.

Kantona Bernê yekşema bê (27’ê Adarê) wê rêveberiya kantonê ya ji 7 kesan û meclîsa kantonê ya ji 160 kesan hilbijêre. Di nava namzetan de Leyla Guzel a 21 salî jî heye. Sala 2020’an bûbû namzeta endametiya meclîsa şaredariyê ya Oberburgê û tenê ji ber 3 dengan nehatibû hilbijartin. Leyla Guzel ji malbateke ji Elbistanê ye. Ji ber ku dê û bavê wê ne welatiyên Swîsreyê bûn, nekarîne dengê xwe bidin. Ji ber wê Leyla Guzel dibêje, heger ew bê hilbijartin, ew ê berê xwe herî zêde bide pirsgirêkên koçber û penaberan.

Leyla Guzel vê carê bi xwe bawer e û kara xwe ji bo hilbijartinê dike.

Ji Partiya Sosyalîst (SP) a Bernê, ew namzeta parlamenteriya kantonê ye. Ji 2018’an ve jî di nav siyasetê de ye. Armanca wê ye yekşema bê bibe parlamentera kantona Bernê. 

Ez dixwazim guherînê nîşan bidim

Ew dibêje, ew ketiye nava siyasetê ji bo ku nîşan bide ku koçber dikarin di nava siyasetê de guhertinê çêkin. Ew wiha dewam dike:

“Koçber bi pirranî dûrî siyaseta Swîsreyê ne. Em weke nifşê nû, divê em vê biguherin. Min ev bi tecrûbeya xwe dît. Em xwe rast îfade bikin, Swîsreyî jî wê dest pê bikin û di me bigihijin. Malbata min bi salan e li vir e, kar dike, lê ji ber ku ne welatî ne, nikarin dengê xwe jî di hilbijartinan de bidin. Ez li vir hatim dinê. Gava em bibin parçeyek ji siyaseta Swîsreyê, wê çareseriya pirsgirêkên me jî hêsantir bibe.”

Ji bo çi Leyla Guzel

Ew dixwaze nexasim koçber dengê xwe bidin wê û vê yekê wiha rave dike: “Nasnameyên min ên ciwan, Kurd û jin hene, ez li Swîsreyê hatime dinê, lê nasnameya min a koçberbûnê heye. Pirsgirêkên cihê yên van nasnameyan hene. Ev pirsgirêk bi serê min de jî tên. Heger ez bêm hilbijartin, ez pêşî hewl bidim pêşniyazên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan pêk bînim. Di serî de mafê dengdayînê ji bo wan kesên li vir jiyana xwe dewam dikin, lê mafê wan ê dengdanê nîne. Ji bo başkirina şert û mercên jiyanê û bi destxistina mafên din jî ez ê kar bikim. Dewlet divê bêhtir pereyan ji bo perwerdeyê veqetîne. Di warê xizmeta tenduristiyê de nexasim ji bo koçberan divê sererastkirin bên kirin. Çi welatî û çi ne welatî, divê her mirov karibe xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê.”

Lazim e ciwan xwe ji siyasetê venegirin

Leyla Guzel dixwaze ciwanên koçber xwe ji siyaseta Swîsreyê dûr negirin û wiha dipeyive: “Guhertina siyasî tenê hingê mumkin e.

Dikarin bibin endamên partiyan û dest bi siyasetê bikin. Pêşî di nava partiyê de û paşê di nava xelkê de wê qebûl bibin. Di cih de wê guhertin nebe, lê bi demê re hin pêşhukim wê bişikin. Li cihê ez lê şaredarî di destê siyasetvanên rastgir de ye, lê belê hin rastgiran jî dengê xwe da min. Heger mirov biryardar be û di zexta pêşî de çîz neke, mirov kesê li hemberê xwe êdî diguhere.”

Bi her halî Leyla Guzel dibêje, heger ew bê hilbijartin, ew dixwaze bibe dengê ciwanan û jinan.