Artêşa Fransayê ragihand ku li Malî li qada bi navê ‘sê sînor’ 50 çeteyên ser bi El Qaîdeyê kuştiye.
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ragihand ku 30’ê Cotmehê li Maliyê hêza Barkhaneyê operasyonek meşandiye ku tê de zêdeyî 50 çete hatine cezakirin.”
Parly anî ziman ku bi rêya vê operasyonê derbeke giran li Ketîbeya Ensarûl Îslam a ser bi El Qaîdeyê hatiye xistin ku li herêma Boulikessi ya li nêzî sînorê Bûrkîna Faso tevdigere.
Li gorî wezîr nêzî 50 çek hatin bidestxistin û nêzî 30 motorsîklet jî hatin îmhakirin.


NAVENDA NÛÇEYAN