- Li herêmê bi qasî milyonek mirovî daxwaza alîkariya lezgîn a mirovî dikin
Ji ber hişkesaliya li başûrê Madagaskarê xela çêbû û bi qasî milyonek mirovî bêzad û birçî mane. Li herêmê bi qasî milyonek mirovî daxwaza alîkariya lezgîn a mirovî dikin. Gelek malbatan ji niha ve şîna miriyên xwe girêdaye.
Saziyên ku alîkariyê digihînin herêmê jî dibêjin, li hin gundan tenê çend mirov mane û ew jî li hêviya mirina xwe ne.
Li gundê Ambovombe bi mehan e mirov ji ber hişkesaliyê bêzad in, ti alîkarî jî bi wan ve nagihe. Hin mirovan dest bi xwarina çerm kiriye.
Sedema vê rewşê weke guherîna avhewayê yan jî bi rengekî rast nexebitandina kanan tê nîşandan. Ji ber ku bi salan e li herêmê şilî kêm e û ji ber bagera qûmê, çandinî hatiye ber nemanê. Dewlet bi xwe gotinên xwe napêje. Ji sala 1896'an û wir ve li Madagaskarê 16 caran xela çêbûye, lê ji ber nebûna tevdîran xelaya niha ya di 40 salên bihurî de xelaya herî giran e, welat ev qasî şepirze kir.
NAVENDA NÛÇEYAN