- Natalie Bracht sala 2014'an çûye Sûrî ji bo di nava erdên DAIŞ´ê de bimîne. Li wir jî 4 zarok jê re çêdibin. Niha çûye Ingilîstanê û dewlet xwe daye ber mesrefên wê.
Yek ji wan jinên ku weke bûkên DAIŞ´ê li Ewrûpayê tê binavkirin, Natalie Bracht, îdîa dike ku ew qet neçûye Sûrî. Natalie Bracht a 45 salî dayika 9 zarokan e û li gorî tohmetan, ew sala 2014´an çûye Sûrî ji bo di nava erdên DAIŞ´ê de bimîne. Li wir jî 4 zarok jê re çêdibin. Beriya hingê jî 5 zarokên wê hebûne.
Ew beriya çendekê dîsa çû Ingilîstanê. Beriya biçe Ingilîstanê, ew li bajarê Elmanyayê Heidelbergê bûye û piştî ku miracaetî konsolosê Ingilîstanê li Munchenê Nîsana bihurî ew kariye biçe Ingilîstanê. Natalie Bracht îdîayên derbarê xwe de red dike, lê ew berê jî ji bo komeke bi navê CAGE çalak bû ku bi elaqeyên xwe yên bi El-Qaîdeyê re tê nasîn.
Axir gava pêşî çû Ingilîstanê, hikûmetê ew li odeyeke şevê bi 44 poundan bi cih kir û paşê jî ew bire xaniyekî di boteke kanalekê de û temamê mesrefên wê niha ji aliyê dewletê ve tên dayîn.
Beriya bi du salan nûçe hatibûn weşandin ku Natalie Bracht sala 2014´an çûye Sûrî û li wir bi endamê çeteya DAIŞ´ê Celso Rodrigues Da Costa yê ji Londonê re zewiciye.
LONDON