Xelkê Bêrûdê li meydanan e.
Piştî teqîna li Bêrûdê, li Lubnanê hêrsa gel kêm nabe. Sê wezîran îstîfa kir, lê ev têr nayê dîtin.
Wezîra Dadê Marie Claude Najm diyar kir ku wê îstîfa kiriye. Beriya wezîra dadê, Wezîrên Ragihandin û Jîngehê jî îstîfaya xwe pêşkêş kiribûn.
Di van rojên dawiyê de qederê deh parlementeran jî îstîfa kir. Tê diyarkirin ku ev îstîfa li dijî rêveberiya siyasî ya welêt in. Tê payin ku ev îstîfa bidomin.
Alîkariya navneteweyî
Fransa û Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya Lubnanê konferansek li dar xist. Di vê konferansê de 250 milyon euro alîkarî hate berhevkirin. Fransayê 30 milyon euro alîkarî da. Rayedarên NY´yî û Fransayê xwestin alîkarî bigihêje gel.
Piştî şerê navxweyî, sala 1991’an civaka navneteweyî alîkariyeke mezin da Lubnanê. Di konferansên salên 2001, 2002, 2007 û 2018’an de bi milyaran euro alîkarî şandin ji Lubnanê re. Lê rêveberên Lubnanê ev 30 sal in maliyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Xelk li meydanan e
Xelkê Bêrûdê jî li meydanan e. Çalakger dixwazin pergal were guherandin û rêveber hesap bidin. Hin çalakger dibêjin, divê derbarê teqîna li Bêrûdê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.
Roja Înê Serokkomar Michel Aoun lêpirsîna di warê navneteweyî de red kiribû.
Di teqîna 4’ê Tebaxê de herî kêm 158 kes miribûn, 6 hezar kes birîndar bûbûn û hê 20 kes jî winda ne.
BÊRÛD