Piştî ku Tirkiyeyê keştiya sondajê şand rojhilatê Derya Spî, Yewnanistanê ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest ku li ser mijarê bi rengekî lezgîn civîneke bilind bike.
Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, piştî ku keştiya sondajê ya Tirkiyeyê kete nava liv û tevgerê, bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir da ku li ser helwêsta Tirkiyeyê civîneke awarte bike.
Keştiya Tirk ji bo ku li sotemeniyên fosîl bigere, roja Duşemê berê xwe dabû devereke di navbera girava Gîrîtê ya li başûrê Yewnanistanê û Qibrisê de. Li gel keştiya sondajê, pênc keştiyên şer jî hene.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve de bang li dewleta Tirk hate kirin, ku dawî li karên xwe yên 'neqanûnî' bîne. Wezaretê got, ew ê serê xwe li ber şantaja dewleta Tirk netewîne û mafên xwe yên serweriyê biparêze.

ATÎNA