Li Qerebaxê, şerê ku piştî operasyona Azerbaycanê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê dest pê kir, dewam dike.
Komara Qerebaxê ku Ermenistan piştgiriya wê dike, roja Yekşemê bû hedefa êrişa artêşa Azerbaycanê.
Ji sala 2016'an û vir ve şerê herî giran diqewime. Ji her du aliyan bi dehan kes hatin kuştin, li gorî daxuyaniyên fermî jî bi sedan kes hatine kuştin.
Dewleta Tirk yekser piştgiriyê dide Azerbaycanê. Rayedarên Qerebaxê dibêjin, yên li dijî wan şer dikin balafir, helîkopter û leşkerên bi pere yên Tirk in. Ajansa nûçeyan Reutersê jî bi du çeteyên dewleta Tirk re peyivî û wan got, ew bi 1500 dolar meaşî ji bo delweta Tirk li cem artêşa Tirk li dijî Ermenistanê şer dikin. Wan wekî din got, Tirkiye plan dike hezar çeteyê bişîne Azerbaycanê ji bo ku li dijî Komara Qerebax û Ermenistanê şer bikin. Beriya niha jî berpirsekî çeteyên dewleta Tirk gotibû, Tirkiye li ku be ew li cemê cihê xwe digirin û ji bo çeteyan ji bilî dewleta Tirk ti rêya debarê û peydekirina pereyan nîne.
Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Fransa û DYE jî di nav de hêzên navneteweyî bang kirin ku tavilê agirbest bê ragihandin.
Tê gotin, şerekî navbera Erîvan û Bakuyê, bi taybetî şerekî ku Tirkiye û Rûsya tevlî bûye wê Başûrê Kafkasyayê tevlîhev bike.

NAVENDA NÛÇEYAN