Taywanê ji Çînê re got na!

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:26

Komara Gel a Çînê daxwaza xwe ya yekbûna ‘aştiyane’ ya bi Taywanê re dubare kir. Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen jî destnîşan kir ku ew ê serî li ber zextê netewînin û daxwaza Pekînê red kir. Tsaii li cejna neteweyî axivî û got, ”Kes nikare tehdeyê li Taywanê bike da ku bikeve ser rêya ku Çîn ji bo me plan dike. Taywan hêvî dike ku têkiliyên bi Çînê re bi pêş bixîne. Lê belê divê bê fêhmkirin ku xelkê Taywanê wê serî li ber ti zextê netewîne. Taywan ji bo parastina demokrasiyê li refên herî pêş e.”

Serokdewletê Çînê Xi Jinping beriya niha îdîaya li ser jinûve yekbûna ‘aştiyane’ ya Çînê ya bi Taywanê re piştrast kiribû. Di daxuyaniya roja Şemiyê de wî got, ”Welatê me dikare jinûve bibe yek û vê yekê dikare bi ser bixîne.”

Rageşiya leşkerî ya di navbera Pekîn û Taipeiyê de bi salan e zêde dibe.

Taywan piştî serketina komunistan a sala 1949’an ji Çînê cihê bû. Pekîn jî Taywanê weke eyaleteke cihêkar dibîne ku heger pêwîst bike, bi bikaranîna hêza leşkerî jinûve pê re bike yek. Lê belê Taywan ti carî nebû parçeyek ji Komara Gel a Çînê.

Çend rojên piştî 1’ê Cotmehê betlaneya neteweyî ya Taywanê, nêzî 150 balafirên şer ketin qada hewayî ya Taywanê. Li gorî Wezareta Parastinê ya li Taipeiyê, du jê balafirên şer sê balafirên Çînê dema dawî ketin qada hewayî ya Taywanê.

Taywan ku serjimarê 23 milyon e, timî dibe hedefa gefên dagirkeriyê yên Çînê. Pekîn gefê lê dixwe, heger girav serxwebûna xwe ragihîne, ew ê hêzê li dijî wê bi kar bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.