- Li Fîlîpînê tayfûna super a ku navê Rai lê tê kirin, li navenda welêt xist. Bi deh hezaran kes neçar man cih û warên xwe biterikînin.
Li Fîlîpînê tayfûna super a ku navê Rai lê tê kirin, li navenda welêt xist. Bi deh hezaran kes neçar man cih û warên xwe biterikînin.
Tayfûn (Bagera tropîkal) a super ku di kategoriya pêncemîn de tê hesibandin, bi bayekî xurt ku saetê 165 kîlometre ye leza wê, li herêmê xist. Hate ragihandin ku ba li hin deveran dikare saetê bi 195 kîlometreyî bandorê bike.
Saziya meteorolojiyê hişyar kir û got, "Bayê xurt dikare xisareke giran li avahiyan û nebatan bike." Saziyê her wiha diyar kir ku li seranserê peravê, lehiyên mezin dikarin rabin.
Li gorî saziyê zêdeyî 45 hezar kesî cih û warên xwe terikandine û li qadên ewle bi cih bûne.
Rai wek tayfûneke ku li gorî demsalê dereng maye tê nirxandin. Pirraniya tayfûnên tropîkal ên li Okyanûsa Pasîfîkê bi giranî di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê de rû didin.
Tê payin ku tayfûna super, Rai rojên bê ji rojhilatê welêt derbasî rojava bibe. Tê texmînkirin ku piştre di ser Derya Çînê ya Başûr re bigihe Vîetnamê.
MANÎLA