- Di du êrişên Talîbanê de 13 eskerên Efxanistanê hatin kuştin.
Li wîleyata Bexlan a Efxanistanê, di êrişên hêzên Talîbanê de 13 eskerên Efxan hatin kuştin.
Li herêmên Wezîrabad û Niyazula yên bajarê Pulxemir a wîlayeta Bexlan, şêva din hêzên Talîbanê êrişî 2 baregehên eskerên Efganistanê kir.
Li gorî rayedarên Efxan, di herdu êrişan de bi giştî 13 eskerên Efxan hatine kuştin û hinek ji birîndar bûne. Talîbanê berpirsyariya êrişan li xwe girt.
KABÎL