- Zabîhûllah Mucahîd ji AFP'ê re axivî û got, deriyê sînor ê Îslam Kale bi temamî kete kontrola Talîbanê.
Talîbanê ragihand ku yek ji girîngtirîn deriyê sînor ê bi Îranê re Îslam Kale bi dest xistiye. Îslam Kale li wîlayeta Heratê ya li rojavayê welêt e. Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ji AFP'ê re axivî û got, "Deriyê sînor ê Îslam Kale bi temamî kete kontrola me."
Rêveberiya Kabûlê ku nakeve ber ambargoa DYE'yê ya li ser Îranê, bi taybetî mazotê û gazê dikire. Îslam Kale deriyê duyemîn ê sînor e ku Talîbanê ji meha Gulanê ve bi dest xistiye. Piştî ku DYE'yê bi rengekî fermî di meha Gulanê de dest bi vekişîna ji Efganistanê kir, Talîbanê operasyonên xwe yên li welêt berfireh kir. Tê payin ku leşkerên dawî yên DYE'yê heta 31'ê Tebaxê vekişin.
Talîbanê meha derbasbûyî jî deriyê sînor ê Şîr Han Benderê yê navbera Efganistan û Tacîkistanê bi dest xistibû.
KABÛL