- Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer diyar kir ku di sala 2021'ê de ew ê dest bi vegerandina penaberên Sûriyeyî yên sûcdar û bi tehlûke bikin.
Elmanya dixwaze penaberên ji Sûrî vegerîne. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer diyar kir ku di sala 2021'ê de ew ê dest bi vegerandina penaberên Sûriyeyî yên sûcdar û bi tehlûke bikin.
Tevî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê neqediyaye, hikûmeta Elman a federal amadekariyan dike ku pîlana xwe ya ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî pêk bîne. Beriya bi çend rojan bi beşdariya Wezîrên Karên Hundir ên 16 eyaletan Konferansa Wezîrên Karên Hundir pêk hat. Di wê civînê de biryar hatibû dayin ku dema qedexekirina dersînorkirina Sûriyeyiyan neyê dirêjkirin.
Piştî vê biryarê wezîrê Karên Hundir ê Federal Horst Seehofer got, biryara dersînorkirina ber bi Sûriyeyê ve wê ji 1'ê Çileya 2021'ê û pê ve pêk bê anîn. Seehofer ku endamê Yekîtiya Civakî ya Xirisityan (CSU) e, doh ji rojnameya "Bîld am Sonntag" re axivî.
Seehofer diyar kir ku vegerandina Sûriyeyiyan li welatê wan pêvajoyeke dirêj û zehmet e: "Eger ev kesên navbirî neyên dersînorkirin, ev ê bê wê wateyê ku ji diziyê heta kuştinê hûn destûrê didin wan ku her sûcî li Elmanyayê bikin." Mirov bivê nevê dipirse, gelo ew destûrê tenê didin Elmanan ku van sûcan li Elmanyayê bikin?
Seehofer got, "Yên ku sûcên giran dikin yan jî destûra me ya binpê dikin, cihê wan li welatê me nîne." Xwedê bike nijadperestên xwe dersînor bikin, lê wê çawa vê bikin, kes nizane. Sûriyeyiyan jî heger wê teslîmî rejîmê bikin, divê pêşî bi rejîmê re li hev bikin.
98 kesan pêşî dersînor dikin
Hikûmeta Merkel ji bo dersînorkirina ber bi Sûriyeyê ve amadekariyên destpêkê qedandin. Li gorî agahiyên rayedarên hikûmetê, di rojên destpêkê yên sala nû de wê 98 Sûriyeyiyên sûcên cuda kirine, bên dersînorkirin.
Ji ber ku di rewşa heyî de Sûriye parçe bûyî ye û bi rejîma Şamê re têkiliyeke yekser nîne, tê meraqkirin ka Elmanya wê Sûriyeyiyan bişîne ku û çawa bişîne. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bavyerayê Joachîm Herrmann destpêka Kanûnê daxuyaniyek li ser mijarê dabû û diyar kiribû ku ew ê muxalifên Esad ên meyla wan ji sûc re heye ji Tirkiyeyê yan jî herêmên di bin kontrola komên Rêveberiya Xweser de bişînin.
Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Federal Hans-Georg Engelke jî daxuyaniyek bi heman rengî dabû û gotibû, "Destpêkê ji bo dersînorkirinê wê bi welatên sêyemîn re hevdîtin bên kirin." Li ser mijarê heta niha rejîma Enqereyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî nedane.
BERLÎN