Starek ji bo 460 penaberan xuya nake

Nûçeyên Cîhan

În 2 Îlon 2022 - 15:52

  • 460 koçberên hatine rizgarkirin, ev hefteyek e li behrê asê mane.

Gelek rêxistinên sivîl ên civakî diyar kirin ku nêzî 460 koçberan, ev hefteyek e li Behra Spî asê mane. 

SOS Medîterranee, Xaça Sor a Navneteweyî û Federasyona Heyva Sor a Navneteweyî (FICR) diyar kirin ku 460 koçberên hatine rizgarkirin, ev hefteyek e li behrê asê mane.

Her du organîzasyonan diyar kir ku zarok û pitik jî di nav koçberan de hene û tendirustiya hinek koçberan gelekî xerab bûye.

Ev koçber bi 10 operasyonên cihê yên rêxistinên civaka sivîl hatin rizgarkirin lê ji bo ku bigihêjin bejahiyê li bendergehan digerin. Ev koçber di keştiya rizgarkirinê ya Ocean Vikingê de ne.

Li gorî SOS Medîterranneyê ev koçberên hatine rizgarkirin, pirraniya wan ji Bangladeş û Misrê ne û di nava wan de qederê 80 zarokî hene.

Rêxistinan xwest astengiyên li ser keştiyan werin rakirin: “Ji bo ku kesên li ewlehî û parastinê digerin, rewş ber bi nemana hêviyê ve diçe.”

Her du rêxistinan bang li welatên Ewrûpayê kir da ku hevgirtinê zêdetir bikin û mafên mirovan mîsoger bikin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.