Dewleta Tirk gelekî pesnê xwe bi teknolojiya xwe ya eskerî bide jî, dinya alem dizane ku ev teknolojî ya welatên NATO´yê ye û bi destûra dewletên endamê NATO´yê ev teknolojî digihîje dewleta Tirk. Dewleta Tirk nexasim bi roketên xwe yên ku dikare ji dronan bavêje hedefên bi hereket, gelekî pesnê xwe dide. Ew bi van roketan li her devera Kurdistanê nexasim jî sivîlan dike hedef. Herî dawî li Dihokê 27´ê Tîrmehî du wesaît bombe kiribûn û sivîlek û pêşmergeyek şehîd kiribûn.
Niha hikûmeta Elman careke din piştrast kir ku wê kiriye ku dewleta Tirk karibe van roketên hanê hilberîne. Li ser pirsa ku Partiya Keskan ji hikûmeta federal a Elman kirî, Wezareta Aborî û Enerjiyê bersiv da û li hevkariya xwe mikur hat.
Di bersivê de wezareta hikûmeta federal got, di teknolojiya moşekên Tirk ên weke Omtaş, Mizrak-U de parçe û teknolojiya moşekên LRAT û MRAT ên Elman heye. Yanî roketên xwemalî yên dewleta Tirk Elman in.
Li gorî bersivê sala 2014´an ji bo serikên şerî yên roketan Elmanyayê destûra firotina deh parçeyên roketên xwe yên LRAT´ê daye.
Elmanyayê wekî din ji sala 2010´an ve deh cureyên serikên şerî yên roketan dane dewleta Tirk. Heta di bersivê de derket holê ku sala 2013 û sala 2018´an serikên şer ên roketên MRAT´ê (antî tank) dane dewleta Tirk. Yanî di dema dagirkeriya Efrînê de jî sîlehên ku herî zêde pê sivîl hatin qetilkirin, Elmanyayê firotine dewleta Tirk.

Ji berê ve karê Elmanan ev e

Îlona 2018´an li ser pirseke Partiya Çep, hikûmeta federal a Elman li xwe mikur hatibû ku wan destûr daye şirketa TDW´ê da ku lîsansa hilberîna serikên şer ên roketên dikarin li hedefên bi hereket bidin, bifiroşe dewleta Tirk. Bi ser halan de, ti sînor ji bo hilberîna van serikan ji Tirkiyeyê re nehatibû sayîn. Yanî dewleta Tirk bi 290 hezar euroyan lîsansa teknolojiyeke Elman karîbû bikire.
Elmanya di nava NATO´yê de weke wê dewletê tê zanîn ku berpirs be ji modernkirina artêşa Tirk di nava NATO´yê de. Bi van bersivan jî derket holê û careke din piştrast bû ku di rewşa sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî de jî Elmanyayê pişta dewleta Tirk û artêşa wê girtiye. Li aliyê din ew derewa sîlehên xwemalî ya dewleta Tirk jî lê eşkere bû. Sîlehên xwe malî yên dewleta Tirk yan Elman û yan Ingilîz in. n NAVENDA NÛÇEYAN