Şerm El Şêx ne Parîs e

Nûçeyên Cîhan

Duşem 7 Mijdar 2022 - 00:50

  • Îro li bajarê Şerm El Şêx a Misrê Civîna Bilind a Avhewayê (Cop 27) were lidarxistin.

Civîna Bilind a Avhewayê (Cop 27) li bajarê Şerm El Şêx ê Misrê tê lidarxistin. Di civîna bilind de, mijarên li ser hawîrdor û avhewayê xeter in, pirsgirêkên avhewayê ku dibin sedema karesatên xwezayî û zêdebûna germbûna erdê, tên nîqaşkirin.

Îro li bajarê Şerm El Şêx a Misrê Civîna Bilind a Avhewayê (Cop 27) were lidarxistin. Tê payîn zêdetirî sed serokdewletê û hikumetan ên cîhanê tevlî lûtkeyê bibe. Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd jî tevlî civînê dibe.

Li gel aloziyên enerjiyê û xurekê, şerê Ukraynayê û pirsgirêkên avhewayê yên li seranserê cîhanê mîna lehî, pêlên germê û bageran jî mijarên civînê ne.

Tê payîn civîn heta 18`ê Mijdarê dewam bike, li gorî tora France 24, Neteweyên Yekbûyî hefteya bihurî hişyar kiribû ku rêyeke pêbawer li gorî lihevkirina Avhewayê ya Parîsê tine ye da ku rê li pêşiya zêdebûna germbûna erdê bigirin. Tevî ku di vî warî de ji dema destpêkirina danûstandinên avhewayê li NY`yê ji 1995`an ve, lê li gel siyasetên heyî, tê texmînkirin ku germahiya erdê 2.8 pileyan zêde bibe. Li gorî pisporan ev rêje trajîk e.

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.