- Dadgeha Torînoyê cezayekî ecêb li şervana YPJ a ji Îtalyayê Maria Edgarda Marcucci a 29 salî birrî.
Şervana înternasyonalîst a ji Îtalyayê Maria Edgarda "Eddi" Marcucci a 29 salî saleke li Rojava şerê li dijî DAIŞ´ê û dagirkeriya dewleta Tirk kir. Niha dadgeha Torînoyê cezayekî ecêb lê birrî: Ew ê nikaribe di çalakiyên li amê vekirî de 2 salan bipeyive, nikaribe piştî saet 21´ê ji malê derkeve û heger bixwaze ji bajêr derkeve divê rayedaran agahdar bike.
Dadgeran xwepêşandaneke 2019´an a Maria beşdarî bûyî jî weke mînaka "tehlûkebûna wê ya civakî“ nîşan da. lê belê di vê çalakiyê de bazareke sîlehên hewayî ya bi dewleta Tirk re dihat protestokirin. Parêzvanên mafên welatiyan li Îtalyayê biryarê weke mînakeke bi tehlûke li dijî azadiyên medenî yên li Îtalyayê dinirxînin.
TORÎNO