- Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Lloyd Austin ji ber tweetên Colin Kahl ên li dijî komarxwazan, neçar ma ku lobiyê bike li cem senatorê demokratan bixwe Joe Manchin.
Senator Joe Manchin, di meseleya qirkirina Kurdan li Sûrî, weke namzetê alîkariya wezîrê parastinê Colin Kahl difikire. Bi vî rengî jî li qebûla namzetiya wî weke misoger tê nihêrîn, ji ber ku Joe Manchin ew senator bû ku beriya niha namzetên rêveberiya Biden red kiribû.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Lloyd Austin ji ber tweetên Colin Kahl ên li dijî komarxwazan, neçar ma ku lobiyê bike li cem senatorê demokratan bixwe Joe Manchin. Halê hazir li senatoyê pirranî nîne. Yanî 50 senatorên demokrat û 50 senatorên komarxwaz hene. Beriya niha ji ber tweetên wê Joe Manchin red kiribû ku namzeta rêveberiya Biden a ji bo Buroya Birêvebirin û Budceyê ya Qesra Spî bibe Neera Tanden, ji ber ku wê tweetên pirr giran parve kiribûn.
Niha namzetê rêveberiyê yê ji alîkarê wêzîrê parastinê Colin Kahl e. Colin Kahl jî li gorî komarxwazan tweetên giran nivîsîbûn li dijî Trump, komarxwazan û rêveberiya Trump. Ji bo ku ewle bibe ku Joe Manchin wê namzetê rêveberiya Biden red neke, wezîrê parastinê Austin telefonî senator Manchin kir. Manchin jî şexsî bi namzet Colin re peyivî.
Nexasim jî tweeta Colin Kahl ya ku komarxwaz û serokê wan Trump bi “qirkirina etnîk” gunehbar dikir, dibe mesele. Piştî ku wezîr bi senator re peyivî, wî ji Fox Newsê re got, ew bi heman gotinan nebêje jî, di meseleya qirkirina etnîk a Kurdan de weke Colin Kahl difikire: “Em liser Kurdan peyivîn, Kurdên me yên Sûrî, di destê Erdogan ê Tirkiyeyê de hatin hiştin, me hingê fikar dikirin ji ber vê
WASHINGTON