• Li gorî daxuyaniya dawî 51 kes hatine kuştin.

Çeteyan li Maliyê êriş bir ser sê gundên herêma Gaoyê. Herî kêm 51 kes hatin kuştin. Rêveberên herêmî ragihandin ku êriş li herêmeke li ser sînorê Nîjerê qewimiye.

Li gundên Ouatagouna, Karou û Deoutguefê bi hevdemî Yekşema bihurî saet di 18:00´an de êriş hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya dawî 51 kes hatine kuştin. Li gorî agahiyan êrişkaran malên li gundên navbirî talan kirin û piştre jî şewitandin.

Berdevkê artêşa Maliyê serheng Suleyman Dembele êriş piştrast kir, lê belê agahiyên berfireh nedan.

Şahidan û çavkaniyên cihî jî diyar kirin ku êrişkar li pêşiya gund bi cih bûne û gule li seranserê gund reşandine. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedaye ser milê xwe.

BAMAKO