• Hêzên Rûsyayê 2 zeviyên petrolê û gazê yên gundewarên başûrê rojavayê Reqayê xistin bin kontrola xwe

Piştî pêşbaziya di navbera Rûsya û Îranê de ya li ser zeviyên petrolê yên Sûriyê, hêzên Rûsyayê 2 zeviyên petrolê û gazê yên gundewarên başûrê rojavayê Reqayê xistin bin kontrola xwe. 

Hêzên ‘Feyleqa 5`an’ a Rûsyayê pêr kontrola xwe li ser zeviya "Sewra" a li başûrê rojavayê Reqayê ferz kir, piştî ku komên ‘Fatimiyûn’ ên pasdarên Îranê ji wir vekişiyan. Li gorî agahiyên rojnameya Şerq El-Ewsat hêzên Feyleqa 5'an zeviya gazê ya ‘Tiwênan’ li herêmên Tebqa ya gundewarê Reqayê li ser sînorên îdarî yên çola bakurê rojhilatê Humisê, kontrol kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku niha hilberîna zeviya Sewra rojane bi qasî 2 hezar bermîl petrol e. 

Zeviya Tiwênan ku berê di bin kontrola Îranê de bû û ji hêla şîrketa Hîsko ve tê birêvebirin, rojane bi qasî 3 milyon metrekûp gaza paqij û 60 ton gaza malan çêdike. 

NAVENDA NÛÇEYAN