Peymanan sînor ji Tirkiyeyê re danîn

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 12 Tebax 2020 - 23:00

ŞIYAR ZAXO

Pêncşema bihurî wezîrê derve yê Misrî Samir Şukrî û Wezîrê Karê Derve yê Yewnan Nikos Demidias peymanek mohr kirin ku pê sînorên xwe li Derya Spî dizar kirin. Ev qederê 4 salan e ku her du dewlet bi hev re didin û distînin. Beriya niha jî serokdewletê Misrê Sîsî çûbû serdsana Yewnanistanê û bi serokwezîrê wir re civiya bû. Hingê wan li hev kiribû ku li ser sînorên xwe yên deryayî li Derya Spî dest bi hevdîtinan bikin.
Piştî vê pêvajoyê pêncşema bihurî ew tifaq hat mohrkirin. Maneyeke wê ya siyasî jî heye. Piştî ku Tirkiyeyê û Tevgera Wîfaq a li Lîbayayê peymanek û tifaqek bi hev re çêkiribûn. Ew peyman li dijî qanûnên navneteweyî yên deryayî ye, ji ber wê jî ti dewletê ev peyman fermî nas nekir. Lê belê peyman û tifaqên deryayî yên Misr û Yewnanistanê, beriya wê Îtalya û Yewnanistanê de, û beriya wê jî beriya bi pênc salan di navbera Misr û Qibrisê de li gorî qanûnên navneteweyî ne û van dewletan sînorên xwe li Derya Spî bi tifaq diyar kir. Ew bi vê yekê rê li ber Tirkiyeyê qut dikin da ku nikaribe li her deverê li gazê bigere û derxîne. Di heman demê de sînorên masîgiriyê jî ji bo wê hatin diyarkirin.
Li gorî vê peymanê li her du aliyên sînorê diyarkirî, ji mafê herdu aliyan e ku ji bo derxistina gazê xebatêbn xwe bikin. Ew dikarin tifaqê bi şirketên gazê re bikin û li her du aliyan li gazê bigerin. Lê esas, ya ku ev peymana Misr û Yewnanistanê bi rastî dibe serî, ew e ku rê li ber dewleta Tirk bigire da ku nikaribe li gorî mentiqê xwe gazê derxîne.

Jixwe ji bo qanûnîbûnê jî hem Misr û hem Yewnanistanê da zanîn ku peyman li gorî qanûnên navneteweyî ye; ew ê nusxeyeke wê ji Neteweyên Yekbûyî re jî bişînin da ku lêbûna peymanê bê belgekirin. Armanca vê yekê jî ew e ku nexasim Tirkiye nikaribe tahdayiyê li sînorên wan bike. Ji bo tetbîqkirina peymanê jî parlamena Misrê wê hîna erê bike. Divê di demeke nêzîk de jî ev bibe.

 

Eynî weke Tirkiyeyê

Li Misrê hevkarên rejîma Erdogan, alîgirêîn Ixwan el-Muslimîn ji ber peymana di navbera Misr û Yewnanistanê aciz bûn. Wan îdîa kir ku peyman dike ku Misr siberojê ji mafê xwe yê lêgerîna li dewlemendiyan digere. Di daxuyaniyeke xwe de kevne parlamenterên Ixwan Muslimîn peyman, eynî weke gotinên dewleta Tirk ji binî ve red kir û tine hesiband.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.