Pêşbazîya desthilatdarîyê li Asya Navîn

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:56

Di serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Ozbekistanê ya li ser vexwendina Serokomar Şevkat Mîrziyoyev de gelek taybetmendiyên girîng hebûn.

Pûtîn bi Mîrziyoyev re beşdarî yekemîn civîna Konseya Herêmên Rûsya û Ozbekistanê bû û piştî serdanê "pakêta girîng a belgeyên dualî" hat îmzekirin. Rastiya serdana Pûtîn ji bo Taşkentê, bêyî ku lihevkirinên ku li wir hatine kirin, xwezayeke stratejîk bû, ji bo nîşandana avabûna yekîtiyek nû ya her du welatan di rewşekê de ku Ozbekistan ne endamê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîfe û ne jî endamê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ye.

Hêjayê bi bîr xistinê ye kû di meha Îlona sala borî de, civîneke asayî ya serokên dezgehên karên derve yên pênc welatên Asyaya Navîn û Amerîka li New Yorkê bi formata “C5+1” hatibû lidarxistin. Civîna berê di Tebaxa 2019’an de li Qazaxistanê pêk hat û civîna yekem li Ozbekistanê bû. Hejmara civînên bi vî rengî di formata C5+1 de dest pê kir, tevî ku ji pênc welatên herêmê, sê endamên Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîfe û du jî endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ne. Her weha welatên herêmê beşdarî xebatên Rêxistina Hevkariya Şanghayê jî dibin.

Di heman demê de, aboriyên her du welatan nêzikî hev bûne, gelek projeyên hevbeş derdikevin holê, ku bê guman dibe sedema geşepêdana konturên berjewendîyên hevbeş di komeleyên entegrasyonê de. Yek ji projeyên hevpar ên sereke di navbera Rûsya û Ozbekistanê de dê avakirina yekemîn santrala nukleerî li komarê bi beşdariya kompaniya Rosatom a Rûsî be, ku ew jî projeyeke jeopolîtîk e ji bo Moskowê. Ev nîşaneyên çîrokên nû a di "Lîstika Mezin" de ku Asyaya Navîn hildiweşîne, ku, bê guman, ji rastiyên "Lîstika Mezin" a dawiya sedsala 19’an cûda ye. "Lîstikên kevn" bi berjewendiyên xwe hin jî hene - Rûsya û Îngilîstan e. Yên nû jî - Çîn, DYE, YE, Hindistan, Îran û Tirkiye ye.

Taşkent dest pê dike ku beşdarî pêvajoya fermîkirina nîzama navherêmî li Ewrasyayê bibe, bersivê bide dînamîkên metirsiyên rastîn û potansiyel ên ku dikarin pevçûnan berbi Ozbekîstanê ve bibin, mîna welatên din ên herêmê. Bi awayekî mantiqî, derdorên biryargirên siyasî li Qazaxistan û Ozbekistanê jî divê berpirsiyariya ewlehî û aramiya tevahiya herêmê nas bikin, ku dikare van her du welatan bike beşên girîng ên her yek ji pergalên ewlekariya herêmî yên nûjen.

Xalek girîng jî piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê mijara yekbûna welatên Asyaya Navîn di rojevê de bû. Bi taybetî serokê yekem ê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev pirî caran behsa vê yekê kir û da zanîn ku pêwîst e serokên komarên herêmê li ser avakirina yekitiya Qazaxistanê û Asya Navîn û vejandina Yekîtiya Turkîstanê bifikirin. 

Lê ev hê jî pêk ne hatîye û halê hazir de jî pêk nayê. Dibe ku mafê darbe ji aliyê Ozbekistanê ve were girtin. Li Asyaya Navîn pêşbazîya desthilatdarîyê didome.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.