Partiya desthilatdar bi ser ket

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 04:25

Li Venezuelayê, partiya Serokkomar Nikolas Maduro di hilbijartinên cihî de bi ser ket. 

Li gorî Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî, di hilbijartinên cihî yên roja Yekşemê de partiya desthilatdar ji 23 walîtiyan 20 jê bi dest xistin.

Partiya desthilatdar Şaredariya paytext Caracasê li pêşberî muxalefeta parçebûyî qezenc kir.

Muxalefet ji sala 2017'an û vir ve yekemcar e ku tevlî hilbijartinê dibe.

Yekîtiya Ewrûpayê jî piştî 15 salan yekemcar hilbijartinên li Venezuelayê şopandin.

Tê payîn ku Yekîtiya Ewrûpa rapora xwe roja sêşemê eşkere bike. Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41,8 e. Bi giştî 8.1 milyon kesî deng da.
Muxalefet tenê li sê wilayetan bi ser ket.

Serokkomar Maduro ji bo encamên hilbijartinê got, "Serketineke bedew, berhema kar."

CARACAS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.