OPEC’ê hilberîna neftê kêm kir

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 7 Îlon 2022 - 01:40

  • (OPEC) bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane ji Îlonê û pê ve, rojane 100 hezar bermêl neftê kêm hilberîne.

OPEC’ê biryar da ku ji vê mehê û pê ve, rojane 100 hezar bermêl neftê kêm hilberîne. Li gorî biryarê Iraq jî wê rojane 12 hezar bermêl neftê kêm hilberîne.

Rêxistina Welatên Neftê Henarde dikin (OPEC) bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane ji Îlonê û pê ve, rojane 100 hezar bermêl neftê kêm hilberîne. Para rojane ya hilberandina neftê ya Iraqê jî rojane 4 milyon û 651 hezar bermêl neft e. Yanî Iraq jî rojane 12 hezar bermêl neft wê kêmtir hilberîne.

Li gorî heman daxuyaniyê, Erebistan Siûdî û Rûsya jî rojane 26 hezar bermêl neftê wê kêm hilberînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.