Endamên NATO'yê yên li Ewrûpayê û Kanadayê, lêçûnên leşkerî îsal jî zêde kirin.
Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, lêçûnên leşkerî yên welatên Ewrûpayê û Kanadayê di sala 2020'î de li gorî salek beriya niha di asta ji sedî 4.3 de zêde bûye.
Stoltenberg anî ziman ku lêçûnên leşkerî 6 salên dawî bi rêk û pêk zêde dibin û destnîşan kir ku ew alîgirê zêdebûna lêçûnên leşkerî ne.
Welatê ku lêçûnên xwe yên leşkerî li gorî hatineya milî herî zêde ye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Li gorî daneyên NATO'yê, DYE di navbera salên 2019 û 2020'î de bi rêjeya ji sedî 3.87 ê hatineya milî ji aliyê lêçûnên leşkerî ve di rêza destpêkê de ye.
Herî kêm 10 endamên NATO'yê, daxwaza Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi cih anîn û di asta ji sedî 2 ê hatineya neteweyî de mesref li karên leşkerî kirin. Par tenê DYE, Yewnanistan û Brîtanya Mezin ji asta ji sedî 2 derbas kiribûn. Bi rêjeya ji sedî 2.58 a hatineya milî, Yewnanistan piştî DYE'yê tê.
Lê belê Elmanya ku ji aliyê lêçûnên leşkerî ve timî dibe hedefa zextên Trûmp, lêçûnên xwe yên leşkerî di asta ji sedî 1.57 de hişt.
Welatên NATO'yê doh û îro bi rêbaza telefkonferansê Civîna Bilind a Wezîrên parastinê li dar dixe û lêçûnên leşkerî û asta tevkariya endaman a li yekîtiyê guftûgo dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN