• Pîlana dewleta Tirk û Ixwan Muslimîn a li dijî welatên Kendavê li wan hat eşkerekirin. 

Çavkaniyên ser bi saziyên ewlehiyê yên Misirê,  pîlaneke koma Ixwan Muslimîn (Birayên Misilman) bi koordîneya dewleta Tirk a ji bo pêkanîna projeyan li dewletên Kendavê eşkere kir.

Li gorî saziya medyayê û tora nûçeyan El-Erebiyê agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe, piştî lêgerîn û lêpirsînên ku Misirê meşandine, pîlaneke Ixwan Muslimîn ji bo pêkanîna projeyan li Kendavê hatiye kişfkirin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku Ixwan Muslimîn endamên gelekîbi tehlûke ji bo xwe peyda kirine.

Ji lêpirsînên Misrê eşkere bûye ku Ixwan Muslimîn vê dawiyê pereyên xwe veguhestine Îranê. Heman çavkaniyan daye zanîn ku piştî bi dawîbûna lêpirsînan, li Misrê gelek endamên Ixwan Muslimîn wê werin girtin.

Li ghorî van çavkaniyan, rêveberiya Misrê dewletên Kendavê jivan tevger û kirinên Ixwan Muslimîn û pîlana wan agahdar kirine.

QAHÎRE