Misr destekê dide Iraqê

Nûçeyên Cîhan

În 14 Tebax 2020 - 23:00

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên, derbarê kuştina leşkerek û du fermandarên artêşa xwe yên ji bo parastina sînor erkdar bûn û bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin, bi hevtayên xwe re bi rêya telefonê axivî. Di axaftinê de derbarê êrişa balafirên bêpîlot ên bi sîleh ên dewleta Tirk li herêma Sîdekan a ser bi Hewlerê agahî da hevpîşeyên xwe yên Ereb. Her wiha wî bal bire ser girîngiya hewldanên çêker ên welatên Ereb li hemberî metirsiyên rewşa ewlekariyê ya cîranê wê ango Tirkiyê. Wî hêvî kir ku helwêsteke hevbeş derkeve holê da ku dewleta Tirk careke din xaka Iraqê binpê neke û hemû hêzên biyanî neçar bin ji xaka Iraqê vekişin.
Hisên bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereb, Ehmed Ebul Geyt, Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samêh Şukrî, Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefadî, Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Şêx Ehmed Nessar El-Mihemed El- Sebah re bi telefonê peyivî.
Li gorî daxiyaniya wezareta Iraqê, van dewletan hemûyan piştrast kiriye ku ew ê "destekeke tam bidin" serweriya Iraqê, wan êrişên dewleta Tirk jî şermezar kirine û xwestine her cûre operasyonên dewleta Tirk li Iraqê bisekinin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misrê, Ehmed Hafiz li ser hevdîtinê got, wezîr Şukrî di pêywendiya xwe de ya bi Fuad Hisên re gotiye, ew ê ji bo parastina ewlekariya wan, heta dawiyê destekê bidin Iraqê."

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.