
- Niha dema paqijkirin û fetrûmkirina darfêkiyane. Cotyar Enwer Kulknî li Xurmalê dest bi paqijkirin û fetrûmkirina baxçeyê xwe kiriye ku sala bê baştir û fêkiyên wê zêdetir bibe kiriye, dîsa fetrûmên çêdike jî difiroşe deverên Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Cotyarên sînorê navçeya Xurmalê dest bi fetrûmçêkirina darfêkiyan kiriye ji bo firotina cotyarên li herêmê û derve. Cotyarê bi navê Enwer Kulknî li navçeya Xurmal karê fetrûmkirina darfêkiyan dike û difiroşe navxwe û Iraqê.
Nûçegihanê me berê xwe da baxçeyê Cotyar Enwer Kulknî ku li nava baxçeyê xwe dest bi kezaxtin û fetrûmkirina darfêkiyan kiriye. Cotyar Enwer Kulknî li ser karê xwe ji Rojnewsê re axivî.
Cotyar Enwer Kulknî anî ziman ku ji serê meha 12’an û şûn ve dest bi paqijkirina baxçe, kezax û çêkirina fetrûmên darfêkiyan kiriye û got: “Divê dirêjiya her fetrûmekê bi qasî 20 santîmetre be. Ji bo vî karî jî zanabûn û pisporî divê. Ew parçeyên nêzîk koka dare dibirîn û dikin fetrûm. Bi qasî salekê di kîsên biçûk de li nava axê tên danîn. Piştre jî difiroşîn cotyar, welatî û kesên bi karê baxçe ve mijûl dibin.”
Daxwazek zêde li ser hinarên herêmê heye
Cotyar Enwer Kulknî destnîşan kir ku 7 sale vî karî dike û got: “Niha demê fetrûma hêjîr û hinar heta serê meha Sibatê dewam dike. Ev fetrûm dibe şitil û bi wî rengî li ser tevnên civakî û weke din difiroşîn. Heta car ji jêra Iraqê jî dixwazin. Sala borî me şitlê hinar û hêjîr şandin Baqûba, Nasiriye, Kerkûk û deverên din.” Enwer Kulknî diyar kir ku her fetrûmek dema tê amadekirin bi qasî salekê di kîsan de li cihekê tê çandin û ji bo baştir çêbibe, rojane derdorî wan şitlan tên paqijkirin ji giyanên cuda cuda û piştre tên firotin. Kulknî got: “Salane welatî tên şitlên fêkiyan ji wan dikirin. Gelek kesên tên şitlan dikirin jî mîna min cotyarin. Salane dema çandina darfêkî û daran zêdetirî 400 hezar şitil û fetrûmên fêkiyên cuda cuda difiroşim.”
Hêjayî bibîr xistinê ye li gorî daneyan li sînorê Parêzgeha Helebce nêzîkî 10 hezar donim erd yê baxçeyên hinaran heye. Berhemên salane nêzî 30 hezar tone. Daxwazeke zêde li ser hinarên vê herêmê hene. ROJNEWS/XURMAL
* * *
Li Rojava serjimariya giştî ya sewalvaniyê
Sewalvanî yek ji bingehên civaka çandiniyê û ewlehiya xwarinê ye. Her wiha derfetên kar peyda dike û ji sewalvanan re dibe jêdera debara jiyanê û di encamê de bandoreke erênî li aboriyê dike. Lê ji ber hişkesalî û bihabûna êm, barê sewalvanan giran bûye. Hemwextî wê aliyên têkildar ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina vê qadê gav avêtin, ew jî bi rêya destpêkirina serjimariyeke giştî û pêşkêşkirina alîkariyan ji sewalvanan re ye.
Girêdayî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Deham li ser rewşa sewalvaniyê axivî. Îbrahîm Deham got di salên borî de zehmetiyên mezin li pêşiya vê qadê derketin, bi taybetî kêmbûna baranê û hişkesalî, ji ber ku rûbera mêrgên xwezayî kêm bû û êm ji ber kêmpeydanûna wê, biha bû û ji ber rewşên hewayî nexweşî di nava sewalan de belav bûn. Deham wiha domand: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwedîkirina pez, çêlek, ga û hêştiran tê naskirin. Her wiha xwedîkirina mirîşkan jî beşeke sereke ya sewalvaniyê ye. Rêjeya bikaranîna goştê mirîşkan ji bo her kesekî ji sedî 63 ye.”
Serjimariyeke giştî ji bo danîna bingeha agahiyan
Deham diyar kir ku ew li ser destpêkirina serjimariyeke giştî ji bo tevahî qada sewalvaniyê dixebitin û got: "Armanc ji serjimariyê ew e ku em bingeheke agahiyan deynin û ji bo ku di pêşerojê de ji bo danîna plansaziyan, pêşkêşkirina alîkariyan ji bo sewalvanan wekî derman, aşle, êm û bernameyên pêşxistina genetîkê de, em feydeyê jê bigirin.”
Deham diyar kir ku serjimariyê ji destpêka Kanûnê ve dest pê kiriye û heta niha nêzî 2 milyon seriyên sewalan hatine hejmartin lê ev hejmar ne ya dawîn e.
Deham got ji pirsgirêkên herî nezin ên li pêşiya sewalvanan kêmbûna êm e û got: "Her wiha nexweşî jî belav bûn û buhayên derman û aşleyan zêde bûn.”
Alîkariya ji bo sewalvanan
Îbrahîm Deham di dawiya axaftina xwe de got nivîsgeh bi hevkariya gerînendetiyan li ser pêşkêşkirina kepekê ji bo sewalvanan dixebite û got: "Ji bo sewalên biçûk 18 kîlogram û ji bo yên mezin 180 kîlogram mehane derdikeve. Her wiha hejmartina kargehên girêdayî qada sewalvaniyê didome." ANHA/HESEKÊ
* * *
Dibistanên Til Temirê tên dezenfektekirin
Di çarçoveya pêşxistina tedbîrên pêşîlêgirtinê de Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kampanyaya dezenfektekirinê ya berfireh li tevahî dibistinan da destpêkirin. Ev kampanya ji bo bersivdana biryarên civîna dawîn a di navbera Desteya Tenduristiyê, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê û Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê de ye.
Komên dezenfektekirinê odeyên xwendinê, korîdor, qad, destav, nivîsgehên rêveberiyê dezenfekte kirin.
Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê diyar kir ku ev kampanya wê li gorî plana diyarkirî tevahî dibistanên bajêr û gundewar bigire nava xwe, bidome. ANHA







