Li Iraqê ev demeke bi sedema şewba Koronayê xwepêşandan sekinîbûn. Lê xwepêşandanan şeva din careke din çalakî pêk anîn. Di şerê navbera xwepêşandan û hêzên dewletê de li Qada Tehrîr a paytexta Iraqê Bexdayê 2 çalakvan mirin.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, 2 çalakvan şevê gihiştine cem wan û bi fîşekên bombeyên gazê hatine kuştin.
Ev şerê li Tehrîr a navenda serhildanan a li Bexdayê, piştî Mûstefa El Kazimî bû serokwezîr û şûn de şerê yekê ye.
Tevgera gel a Cotmeha 2019’an destpê kir, daxwaza guherîneke giştî ya di siyaseta welat de kir.
Heman demê çalakvanan daxwaz kiribû ku dawî li nelirêtiya ku beşek mezin a 16 sal in aboriya welat didizin, her wiha dawî li sîtema parvekirina desthilatê ya xwe dispêre mezheb û etnîsîteyê bê.
Di çalakiyên berî Covîd-19’an de bi qasî 500 kes hatin kuştin, nêzî 30 hezar kes jî birînar bûn.
ANF/BEXDA