- Li wîlayeta Xezne ya Efxanistanê di êrişekê de 30 leşker hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Xezne ya Efxanistanê li dijî baregehek artêşa Efxanistanê êrişeke xwekuj pêk hat. Di êrişê de 30 leşker hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.
Doh dest sibê bi wesayîteke bombebarkirî, li wîlayeta Xezne li dijî baregeh artêşa Efxanistanê êrişa xwekuj pêk hat.
Berdevkê Wezareta Hundir a Efganistanê Tariq Aryen û Rêveberê Polîsên Nerzne Ehmedxan Sîret êriş piştrast kirin, lê der barê ziyanê de agahî nedan.
Rêveberê Nexweşxaneya Xezne Bazmihemed Hîmet ragihand ku heta niha cenazeyên 30 kuştiyan û 23 birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
NAVENDA NÛÇEYAN