• Serokkomara berê ya Bolîvyayê Jeanine Anez hat girtin. 

Serokkomara berê ya Bolîvyayê Jeanine Anez, bi sûcdariya ku hewl daye hempîşeyê xwe Evo Morales bi darbeyê têk bibe, hat girtin. 

Wezîrê Karên Hundir ê Bolîvyayê Carlos Edûardo del Castîllo li ser hesabê Twîtter û Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Jeanine Anez hatiye girtin û niha di nezaretxaneya polîsan de ye.

Televîzyona Bolîvyayê jî dîmenek weşand ku tê de xuya dike, Jeanine Anez li balafirgeha El Alto li gel Wezîrê Karên Hundir û gelek polîsan e. Serokkomara berê Anez daxuyaniyek da û girtin weke "îllegal" pênase kir.

Anez ku di navbera Mijdara 2019 û Mijdara 2020'î de wezîfeya serokkomariyê kir, ji bo girtinê got "hewldaneke kêfî ye, zilmeke siyasî ye."

Anez diyar kir, ku hikumet bi hinceta ku tevlî 'darbeyeke ku ew qet tevlî nebûye' sûcdar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN