Lehî rabû û bêhtirî 100 kesî kuştin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 13:02

  • Li Ruwandayê lehî rabû û zêdeyî 100 kes di encamê de mirin.

Li bakur û rojavayê Ruwandayê lehî rabû û zêdeyî 100 kes di encamê de mirin.

Saziya radyo û televîzyonê ya neteweyî ya Ruwandayê RBA´yê ragihand ku şeva Sêşemê ji ber barana xurt, li bakur û başûrê welêt lehî rabûye.

RBA’yê li gorî bîlançoya fermî, ragihand ku 109 kes mirine.

Li eyaleta rojava ku herî zêde lehiyê bandor lê kiriye, 95 kes mirin û 14 kes jî li eyaleta bakur mirine.

Di Gulana 2020’an de li Ruwandayê herî kêm 65 kes ji ber rabûna lehiyê miribûn.

Di dawiya sala 2019’an de li temamê rojhilatê Efrîkayê ji ber baranên du mehan, lehiyên mezin rabûbûn, di serî de li Bûrûndî, Kenya, Tanzanyayê, Ûgandayê û Sûdana Başûr, 265 kes miribûn û bi sedhezaran kes jî koçber bûbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.