Kuştina Malcolm X  

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:14

  • Keçên Malcolm X daxuyaniyeke çapemeniyê dan û xwestin kirinên New York û yên FBI jî werin lêpirsîn.

Keçên Malcolm X li ser kuştina bavê xwe der barê rola hêzên ewlekariyê de nameyên kevn ên polîsekî mirî nîşan dan û xwestin lêpirsîn dîsa were destpêkirin. 

Keçên Malcolm X daxuyaniyeke çapemeniyê dan û xwestin kirinên New York û yên FBI jî werin lêpirsîn. Berdevkê Dozgeriya Manhattanê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku dosye di pêvajoya lêkolînê de ye. Di nameya polîsekî de yê ku niha miriye, tê diyarkirin ku polîsên New Yorkê û FBI hevkarên cînayetê ne.

21’ê Sibata 1965’an El Hacî Malik El Şabaz ê ku bi navê Malcolm X dihat naskirin, li Aûdûbona Ballromê di êrîşeke çekdarî de miribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.