Kurd xwe asîmîle dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Sibat 2023 - 04:37

  • Mûrat Atabay: Jiyaneke bi zimanê dayikê daynin ber zarokên xwe. Dema me dest bi dibistanê kir, me qet bi vî zimanî nizanîbû. Divê em zimanê xwe yê dayikê teqez bikin beşek ji jiyana xwe.

Serokê Şaxê Egîtîm-Senê yê Wanê, Mûrat Atabay got, asîmîlasyon polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn û bi salan jî kiriye ku otoasîmîlasyon yanî xweasîmîlasyon bi pêş bikeve. Atabay asta otoasîmîlasyonê weke tehlûkeyeke mezin bi nav dike. 

Serokê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) yê Wanê Mûrat Atabay bi bîr xist ku di serdema nû ya perwerde û hîndekariyê de ya doh dest pê kirî de perwerdeya bi zimanê dayikê nayê kirin û pirsgirêka asîmîlasyonê dewam dike. Atabay got, ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê  ji bo zarokên Kurd nayê kirin, jî gelek pirsgirêk ji bo zarokan jî derdikevin holê: Astengiyên elaqedarî serketina akademîk, baweriya bi xwe û bipêşketina civakî û zanebûnê.

Murat Atabay bal bire ser polîtîkaya perwerdeyê ya bi yek zimanî ku li ser gelê Kurd û gelên din tê ferzkirin û got, "Di perwerdeyê de pirsgirêka herî mezin ev e. Malbat jî zanin ku neçar dimîne bi zimanekî nizanin, zarokên xwe perwerde bikin. Ji ber zimanê ku îdeolojiya fermî ferz dike, meyla malbatan jî mixabin ber bi vî alî ve guheriye. Ji bilî zimanê dayikê mixabin hewl didin ku zimanê fermî hînî zarokên xwe bikin."

 

Psîkolojiya zarokan xira dike

Atabay bal bire ser pirsgirêkên psîkolojîk ên bi zarokên bi zimanê xwe yê dayikê nayên perwerdekirin û got, “Bi xwe bawer nabin, nikarin xwe bi hêsanî bînin ziman, pirsa tê kirin fêhm nakin, nikarin bi têrkerî bersivê bidin. Ji destpêkê ve bandorê li siberoja zarokan dike. Li gel pirsgirêkên psîkolojîk, kêmasiya akademîk jî rû dide. Zarokên ku bi zimanekî jê fêhm nake û nikare xwe pê îfade bike, li gorî zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibe, li paş dimîne. Kêmasiyên di vê mijarê de li tevahiya jiyana wan dewam dikin.”

 

'Perwerdehiya pirrzimanî çêtir e'

Murat Atabay anî ziman ku weke di mînakên Fînlandiya, Swêd, Norwêcê de tê dîtin, zarok dema bi du zimanan mezin dibin, serketina wan a di perwerdeyê de zêdetir dibe û got, "Dema ku ne bi vî rengî be, bivênevê zarok ji aliyê psîkolojîk ve xwe ji zarokên din kêm dibîne. Têgihiştina 'em ji wan kêm in' bi wan re çêdibe. Lewma li hemberî zimanê xwe nerazî dibe û dibêje, 'Ji ber ku ez bi vî zimanî hîn bûme, nikarim serketî bibim'. Dibe ku ev nerazîbûn bi zanebûn hatiye afirandin. Ev têgihiştin li ser zarok û malbatê tê ferzkirin. 'Eger tu bi vî zimanî jiyanekê destnîşan bike, li nava Komara Tirkiyeyê cihê ku tu karibe xwe bigihîniyê diyar e'. Ji ber ku ev têgihiştin bi zarokan û malbatê re hatiye ferzkirin, kes vê carê li hemberî zimanê xwe yê dayikê nerazîbûnê nîşan dide. Dibe ku vê yekê dikin yek ji amûrên herî girîng ên asîmîlasyonê. Pêvajoya otoasîmîlasyonê mezintir dikin. Otoasîmîlasyoneke bi daxwaza xwe ferz dikin."

 

Zimanê fermî nizanibin jî dikarin serketî bin

Serokê Şaxê Egîtîm-Senê yê Wanê Mûrat Arabay got, asîmîlasyon polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn e û bi salan e jî otoasîmîlasyon bûye metirsiyeke mezin. Murat Atabay di dawiyê de ev bang kir: "Em bang li malbatan dikin, dest ji têgihiştina 'eger bi zimanê fermî nizanibin, nikarin bi ser bikevin' berdin. Jiyaneke bi zimanê dayikê daynin ber zarokên xwe. Dema pêş, zarok jixwe hînî zimanê fermî dibe. Dibe ku zarokatiya me hemûyan bi vî rengî derbas bûye. Dema me dest bi dibistanê kir, me qet bi vî zimanî nizanîbû. Divê em zimanê xwe yê dayikê teqez bikin beşek ji jiyana xwe. Hêvî dikim ku weke civak em ê kêmasiya vê yekê siberojê nebînin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.