Partiya Komunîst a Rûsyayê (KPRF) encamên hilbijartina online li Moskovê nas nake. Cihgirê Komîteya Navendî ya partiyê Dmîtrî Nawîkovî doh got, ew ê encaman qebûl jî nekin. Nawîkov got, di hilbijartinên li Moskovê de namzetên wan ên herêmên hilbijartinê eşkere biser ketine lê sîstema dengdana elektronîk ketiye navê û ev encam xira kirine: ”Em daneyên dengdana elektronîk a li Moskovê nas nakin û em ê nas jî nekin jî.” Wî got, piştî ku encamên dengdana elektronîk hatine eşkerekirin, ecam ji serî heta binî guherîne.
Wî got, ew ê îsbat bikin û xelkê Rûs jî qaneh bikin ku hîle hatine kirin.
Partiya Komunîst xwe amade dike ku li Moskovê van rojên li pêşiya me xwepêşandanan li dar bixe.
Piştî hejmartina ji sedî 99´ê dengan partiya hikûmetê Rûsyaya Hevgirtî ji sedî 49,82´yê dengan wergirtibû li gorî daxuyaniya Kîmîsyona Hilbijartinê. Partiya Komunîst ji sedî 19´ê dengan wergirtiye.
MOSKOV