• Bi dehan karkerên li Qeterê ji ber ku mûçeyên wan nedidan, çalakiyên protestoyî kirin û dewletê ew dersînor kirin.

Bi dehan karkerên li Qeterê ji ber ku mûçeyên wan nedidan, çalakiyên protestoyî kirin û dewletê ew dersînor kirin.

Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, Qeterê, karkerên ku ji bo wergirtina mûçeyên xwe Qeter protesto kirin, dersînor kirine.

Rêxistinên civakî yên sivîl rexneyan li Qeterê dikin ji ber ku karkeran di şert û mercên nebaş de dixebitîne.

Bi sedhezaran karkerên bi pirranî ji welatên Asyayê, di şantiyeyên ji bo sehe û avahiyênKûpaya Cîhanê ya sala

2022’yan de di şert û mercên nebaş de tên xebitandin.

Hin karkeran, ji ber ku mûçeyên wan nehatin dayîn, çalakiya protestoyî kir. Rayedarên Qeterî got, rast e ku wan ew kesên çalakî kirine, kirine nezaretê, lê der heqê dersînorkirina wan de agahî nedan.

Herî kêm 60 karker tevlê çalakiya protestoyî ya 14’ê Tebaxê bûbûn. Hin karkeran hêj mûçeyên xwe yên 7 mehan nestendiye. Li gorî rêxistina şêwirmendiyê ya Londonî Equidem a ku di warê mafê mirovan û yê kar de şareza ye, karkeran, rêya ber şirketa El Bandary ya li Dohayê li çûnehatê girtibû.

Midûrê birêvebirina rêxistinê Mistefa Qedrî got, “Em, bi karkeran re axivîn. Yek ji van karkeran şandin Nepalê.

Me eseh kir ku li mala xwe vegeriyaye. Hin jê jî li Nepal, Bangladeş, Hindistan û Fîlîpînan vegerandine.”

Wezareta Kar û Bar, îdia kir ku El Bandaryê mûçeyên karkeran daye.

Kûpaya Cîhanê wê 20’ê Mijdarê li Qeterê dest pê bike.

Rêxistinên mafê mirovan diparêzin, beriya Kûpaya Cîhanê kampanyayên xwe zêde kirine; wan ji FIFA’yê xwest ku tazmînatê bide karkeran. Di avahîsaziyên ji bo kûpayê de bi sedan karker û li gorî hin agahiyan bi hezaran karker mirine.

DOHA