Jeopolîtîka Lenînîzmê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:09

Rola Vladîmîr Lenîn di dîroka Rusyayê de piranîya nifûsê (67%) "erênî" an "pir erênî" tê hesibandin. Tenê nifûsa 17% "neyînî" an "pir neyînî" dinirxînin. Yên mayî jî di bersivdanê de zehmetî kişandin. Daneyên bi vî rengî di anketek Levada Center de hatin bidestxistin. Di encama wan daneyan de pirsa ‘’Gelo dê di demek nêzîk de vejîna ramana çep çêbibe?’’ tîne bîra mirov. Civaknas ev du deh sal in li pey hev zêdebûna hejmara "alîgirên" Lenîn tomar dikin. Ger di sala 2006’an de 40% bûya, di 2012’an de ew  bû 49.  Hin ji hêla reforma teqawidiyê ve zêdebûna 11% rave dikin, lê dibe ku sedem pêvajoyên dîrokî yên mezintir in.

Ev yek bi awayekî nerasterast vê rastiyê piştrast dike ku cara yekem ciwan bi giranî bûne "heyranê" Lenîn. Di nav nifşên 18 û 24 salî de, alîgirên Lenîn ji navîniya neteweyî jî hinekî zêdetir hene -  yanî 68%. Ango niha koma piştevaniya damezrînerê Yekîtiya Sovyetê nifşê mezin e ku sosyalîzmê bi bîr tîne û ‘’ciwanên kesk’’ kû pêşeroja welat in. Ciwanan fêm kir ku xwesteka kariyerê û pereyên mezin, her tiştê ku mamosteyên siyasî yên kapîtalîzmê fêrî wan kiriye, pir caran vediguhere bêhêvîbûnê. Karên bi rastî sûdmend tenê ji "mirovên wan " re têne dayîn. Divê 20-30 salan heqê apartmanekê bidin. Hûn ê nikaribin di dema teqawidbûnê de rihet bibin; Û tu wateyeke bilind di vê jîyanê de tune ye tê ferz kirin.

Nakokiya neteweyî li ser tevliheviya civakî hatiye danîn. Tevî komên karbidestan ên li ser gelê pirneteweyî, rastî ji îdealê dûr e. Atmosfera pêşbaziyê (mirov ji mirovan re gur e) neçar dike ku mirov li “xwe” bigerin û bi hev re biherikin, cihê xwe li ber rojê biparêzin. Koçberên çekdar li kolanan digerin... Xwezayî ye ku li hemberî vê "bihuştê", destkeftiyên welatê ku Lenîn afirandiye balkêştir xuya dike: mafê rojek xebatê ya 8 saetan û betlaneya salane, mafên wekhev ji bo jin û meran, betlaneya dûcaniyê û piştî wê (cara yekem li cîhanê!), xwendina bilind a belaş, garantiya kar.

Behsa hevaltîya gelan qet ne pêwîste bê ser ziman. Ne mumkun e ku mirov vê hêmanê Lenînîzmê nîqaş bike. Û ev herî zelal li parka Yekitiya Netewan ango Yekîtîya Gelan a bi navê VDNKH de ne tenê kaniyek zêrîn e, lê pratîkek civakî ya rastîn e, dema ku şerm bû ku mirov netew pirs bike.

Rêveberîya Federasyona Rûsyayê gumanê li teoriya çîna Lenîn dike, dibêje ku ew kevnar e û faktora jeopolîtîk niha yekem e. Lê ji hêla jeopolîtîk ve, dewleta Lenîn îspat kir ku ew serketî ye, nîvê cîhanê li dora ramana xwe dike yek. Lenînîzm di makezagona Çînê de hatiye nivîsandin, ku bi awayekî objektîf di cîhanê de superhêza duyemîn e. Li parêzgeha Nghe An ya navendî ya Viyetnamê, abîdeyeke Lenîn nû hat vekirin. Bi giştî li cîhanê heşt hezar bîrdarî, bust û bîrdariya Îlyîç hatine danîn. Berhemên bi heybet şaristaniyek pir pêşketî ya ku berê hebû tîne bîra mirovan.

Lê li bajarê Kotka yê Fînlandiyayê, berevajî vê, abîdeya Lenîn a dawîn a mayî hat rakirin. Statûya welatekî endamê NATO’yê nahêle qehremanên dijmin bên hurmetkirin. Ji ber vê yekê li Ûkraynayê piştî Meydanê abîdeyên Lenîn hatin hilweşandin û bi vî sedemê serhildana gel a li Donetskê li dora parastina Ilyiç dest pê kir. 

Eşkere ye ku ev nezelalî nikare demeke dirêj berdewam bike. Heger Rûsyayê di şiklê Amerîka, NATO û Ukraynayê de emperyalîzma cîhanê da ber xwe, wê demê divê li gorî wê be û ji kê re rêz were girtin û bi kê re bimeşe dîyar bike. Hêjayê gotinê ye ku profesorê Srî Lankayê Dayan Jayatilleka bi bîr xist ku, ew Lenîn bû ku ji her kesî bêtir emperyalîzmê rexne kir lê Rusya ye îro de gelek dostên emperyalist tên parastin û piştgirî kirin. Paradokse! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.