Hat gotin, dewleta Tirk ji bo hemleya xwe ya li dijî lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî ya di navbera Misir û Yewnanistanê de, alîkarî ji Ixwan el-Muslimîn a li Qeter û Enqereyê xwestiye. Li gorî rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdî ya bi Ingilîzî, hemle piştî ku Wezareta Derve ya dewleta Tirk ragihand ku lihevkirina di navbera Qahîre û Atînayê de "ne lê ye" dest pê kiriye.
Berdevkê wezareta Misirê Ehmed Hafiz li ser hesabê xwe ya Twitterê got: “Gelek ecêb e, aliyê ku lihevkirin û detayên wê nizane, mîna van daxuyanî û îdîayan derxe.”
Piştî daxuyaniya dewleta Tirk koma Ixwan el-Muslimîn dest bi rêzeêrişan li ser malperên tevna civakî kir. Komê lihevkirin rexne kir û Misr bi pîlankirina komployan li dijî dewleta Tirk gunehbar kir.
Bi dehan malperên tevna civakî yên girêdayî Koma Ixwan el-Muslimîn bi rêya belavkirina rapor û wêneyên nerast êrişî lihevkirinê kir.

RIYAD