- Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî şeva din balafirên artêşa Îsraîlê baregehên komên bi ser Îranê yên li başûrî Şamê bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê bi mûşekan baregehên komên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê bombebaran kir.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî şeva din balafirên artêşa Îsraîlê baregehên komên bi ser Îranê yên li başûrî Şamê bombebaran kirin.
Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA jî ragihand ku pergalên parastinê yên asmanî hejmarek mûşek anîne xwarê.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku ji teqîna hefteya derbasbûyî ya li keştiyeke Îsraîlê ya li Derya Ûmmanê Îran berpirsyar e û got, "Em ê li seranserê herêmê li wan bixin."
Hêjayî bi bîr xistinê ye; keştiya Îsraîlê MV Helîos Ray ku barê xwe wesayit bû, dema sefera navbera bajarê Dammam a Erebistana Siûdî û Sîngapûrê dikir, li peravên Ûmmanê teqiya.
NAVENDA NÛÇEYAN