Îsraîlê 10 milîsên alîgirê Îranê kuştin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 14 Îlon 2020 - 23:00

Li Sûriyeyê, di êrişên hewayî yên roja duşemê de herî kêm 10 milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin ku tê gotin piraniya wan Iraqî ne.
Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, êriş dibe ku ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatibin kirin.
Li gorî daxuyaniyê, li başûrê bajarê Bûkemalê, "nuqteyên milîsên alîgirê Îranê" bûne hedef û di encamê de "8 şervanên Iraqî û 2 şervanên Sûriyeyî" hatine kuştin.
Di êrişan de depoyên cebilxaneyan û wesayit hatine îmhakirin.
Hefteya derbasbûyî jî sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê li rojhilatê bajarê Helebê "Li dijî êrişa Îsraîlê" çalak bûbû.
Li gorî hin çavkaniyan, di êrişên hefteya derbasbûyî de li febrîqeyeke fuzeyan a Muxafizên Şoreşê yên Îranê ya li bajarê El Safîreyê hatiye xistin.
Ji destpêka meha Îlonê ve 16 milîsên alîgirê Îranê li rojhilatê Sûriyeyê di êrişên hewayî de hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.